Diyarname
Li Sûra Amedê piştî xirakirina xaniyên xelkê dewletê hin xaniyên nû çêkirin lê wisa mîmariyeke têde heye ku dişibe girtîgehê. Odeya Mîmaran ji MA'yê Gokhan Altay bi vê nûçeyê xelat kir.
Odeya Plankirina Bajêr ya TMMOB'ê (Yekîtiya Odeya Mîmar û Endazyaran a Tirk) i navbera 8-10'ê mehê de kongreya xwe saz kir. Ji ber 8'ê Sermawezê Roja Bajarvanî ya Dinyayê ye vê rojê kesên di vî warî de ked dane xelata dikin. Odeyê îsal jî xelat da hin rojnamegerên ku di vî warî de nûçe çêkirine. Ji MA'yê jî Gokhan Altay bi vê nûçeya xwe hat xelatkirin.
Odeyê sipasiya van rojnamegeran kir ku bala xwe dane ser plankirina bajêr.
Rojnamegerên ku hatin xelatkirin ev in:
- Asli înanmişik (Sol Haber)
- Çigdem Toker (Rojnameya Sozcu)
- Gokhan Altay (Ajansa Mezopotamya)
- Pelin Cengiz (Arti TV)
- Ramiz Saglam (Rojnameya Evrenselê)
- Ceren Deniz (Rojnameya Hurriyet Akdeniz)
- Demet Aran (Rojnameya Anayurt)
- Didar Demirci (Rojnameya Dokuz Eylul)
- Rabia Mollaoglu (Rojnameya Gune Bakiş)
- Ugur Ozteke (Rojnameya Konya Postasi)
Bi vîdyoyê dîma nûçeyê:


