Diyarname
Di kûpaya Tirkiyeyê de tîmên ku bi ser ketin û derbasî Dora 5'an bûn diyar bûn. Ji nav tîmên bajarên kurdan tenê Mardin Buyukşehîr, Gaziantep, Yeni Malatya bi ser ketin.
Maçên Dora 4'an îro temam bûn. Ji bo Dora 5'an 3'yê mehê dê pişke bê kişandin. Di vê dorê de ev tîm bi ser ketin: Kasimpaşa, Bandirma, Afyon, Altay, Bodrum, Adana Demirspor, Antalya, Ankara, 68 Aksaray, Bolu, Samsun, Denizli, Karagumruk, Kocaeli, Alanya, Kayseri, Hatay, Umraniye, Menemen Belediye, Ankaragucu, Yeni Malatya, Goztepe, Konya, Gaziantep bi ser ket.
Di vê dorê de ji tîmên bajarên kurdan Amed Spor li hemberî Antalya bi 4-0, Agri 1970 li hemberî Denizli 3-0, Van BB li hemberî Konyayê 3-1, Igdir li hemberî Kayserî bi 4-0, Şanliurfa li hemberî Bandirmayê bi 5-0 têk çû.
Di vê dorê de beşek ji tîmên Lîga Super hebûn. Ji wan piranî bi ser ketin lê çend jê, Rize Spor, Başakşehir Spor têk çûn.


