SILÊMANÎ
Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncwênî vê payîzê pirtûka xwe ya nû bi navê "Çûn bûm be pird?" derxistibû, niha ji bo danasîna pirtûkê çalakiyeke hat lidarxistin.
Çalakiya danasînê li Salona Kurdistana Nû ya Silêmaniyê li dar ket. Ligel Pêncwênî gelek nivîskar û rewşenbîr li çalakiyê amade bûn.
Li gor nûçeya Rojnewsê berî danasînê Pêncwênî ji bo çapemeniyê axivî û got: “Min di pirtûkê de behsa bîranînên xwe yên ji dema zarokatî heta niha kirine. Min behsa jiyana xwe ya siyasî, civakî, çandî û rewşenbîrî kiriye. Her wiha min behsa xebat û têkoşîna xwe kiriye. Bi qasî min kariye min bi şêweyek bê alî nivîsandiye û xistiye ber xwendevanan.”
Piştî Pêncwênî jî mêvanên din axivîn û danasîn hat kirin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Pirtûka nû ya Mihemed Emîn Pêncwênî derket


