logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Lîsteya kovarên bi kurdî yên di 2021'ê de derketine

Helbet weşana çapkirî li dinyayê di nav rewşek giran de ye ji ber ku her ku diçe qada dîjîtal xurtir û berfirehtir dibe.

  • Dîrok: 04/01/2022
  • Beş: Çapemenî

Amadekar: Cemil OGUZ

Helbet weşana çapkirî li dinyayê di nav rewşek giran de ye ji ber ku her ku diçe qada dîjîtal xurtir û berfirehtir dibe. Ligel vê yekê jî li dinyayê weşanên çapkirî, yên li ser kaxiz weşana xwe  didomînin. Di nav kurdan de jî. Beşek ji vê weşanê jî kovar in. Me berê xwe da kovarên kurdî yên ku çap dibin. 

Li Bakur û li Tirkiyeyê di sala 2021'ê de kîjan kovarên bi kurdî nû derketin, kîjan ji nû ve dest bi weşanê kirin û kîjanê weşana xwe ya heyî domand? Me lîsteya wan derxist. 16 kovar ketin nava lîsteya me. Me xwest em wan careke din bibîr bixin û belkî ev nûçeya me bibe sedem ku ew hinek din bêne firotin û xwendin.

Va ye lîsteya kovarên

- NÛBIHAR

Li di nav hemû kovarên kurdî de kovara Nûbiharê ye herî kevn e. Kovarê sala 1992'yan de dest bi weşanê kir û ji wê demê ve didome. Kovara ku di bin banê Weşanxaneya Nûbiharê de ye sê mehan carek derdikeve. Û kovarê vê payîzê hejmara xwe ya 157'an derxist.

- NÛBIHAR AKADEMÎ

Kovara "Nûbihar Akademî" kovareke akademîk a li ser xebatên kurdî ye. Kovar nivîsên akademîk belav dike . Kovar salê du hejmaran çap dike û payîza 2021'ê de hejmara wê ya 16'an derket.

- VATE

Vate kovareke bi kirmanckî ye û sê mehan carek derdikeve. Niha Vate tekane kovara bi kirmanckî ye ku weşana xwe didomîne. Vateyê herî dawî hejmara xwe ya 69'an weki hejmara havîna 2021'ê derxist.

- DILOP

Dilop kovareke bi kurdî û tirkî ye û li ser çand, huner û polîtîkayê weşana xwe didomîne. Kovar di sala xwe ya 4'an de hejmara xwe ya 20'î di meha kewçêr-sermaweza 2021'ê de derxist. Kovarê hê hejmara 21'ê dernexistiye.

- ZAREMA

Zarema kovara rexne-teorî ye. Heta hejmara 13'an hatibû û navber dabû weşana xwe. Kovar îsal kete bin banê Weşanxaneya Avesta de û ji nû ve dest bi weşanê kir. Kovarê hejmara xwe ya 14'an (Gulan, Pûşper, Tîrmeh, Gelawêj 2021) derxist û paşê di mehên din ên salê de hejmara 15'an jî. Li gor bernameya wan divê vê mehê hejmara 16'an derê.

- PSYCHOLOGY KURDÎ

Kovara Psychology Kurdî li ser derûninasiyê weşana xwe dike. Kovara ku ketiye sala xwe ya 5'an ew jî îsal ket bin banê Weşanxaneya Avestayê. Kovarê îsal hejmarên xwe yên 12 û 13'yan (gulan, pûşper, tîrmeh, gelawêj) pêşkêş kirin lê hejmara 14'an ku divê payîzê derketa hê derneketiye.

- ZEND

Zend kovareke li ser ziman e û ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve tê amadekirin û derxistin. Zendê îsal tenê hejmareke derxist ku ew jî hejmara wê ya 28'an e û di meha avrêlê de derket.

- KURDEÇÎROK

Kovara bi navê "Kurdeçîrok" li ser çîrok û wergera çîrokan weşana xwe didomîne. Kovara ku her sê mehan carek derdikeve, par dest bi weşanê kir û payîza 2021'ê de hejmara xwe ya 3'yan derxist.

- FOLKLOR Û ZIMAN

Kovara "Folklor û Ziman" ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê ve tê derxistin. Kovar "Kovara Akademîk û NAvneteweyî ya Xebatên Kurdî" ye û salê du caran derdikeve. Kovarê hejmara xwe ya 2'yan payîzê derxist.

- FOLKLORAME

Kovara "Folklorame" bi diruşma "Zagotin pişt e, folklor her tişt e!" weşana xwe li ser folklorê didomîne. Kovara ku di bin banê Weqfa Mezopotamyayê de derdikeve heta niha 9 hejmarên wê derketine û van rojan divê hejmara 10'an bigihîje ber destên xwendevanan.

- DESTAR

Kovara "Destar" kovareke wêjeyî ye. Kovara ku îsal dest bi weşana xwe kir sê mehan carek derdikeve. Kovarê hejmara xwe ya diduyan payîza 2021'ê de derxist.

- ZIRÎNG

Kovara Zirîngê kovareke mîzahî bû û mehê carek derdiket. Kovarê herî dawî di meha adara 2021'ê de hejmara xwe ya 12'yan derxist û paşê navber da weşana xwe. Serdema pendemiyê, zehmetiya belavkirinê barê kovarê giran kiribû. Hat gotin ku piştî demek dê dîsa dest bi weşanê lê carek din kovar derneket.

- WÊJE Û REXNE

Kovara bi navê "Wêje û Rexne" piştî rawestina demekê di sala 2021'ê de carek din derket. Kovarê havînê hejmara xwe ya 12'yan pêşkêş kir, paşê hejmareke din dernexist. Kovar li ser wêje, rexne û teoriya rexneyê weşana xwe dike. 

- 'KURT TARÎHÎ'

Kovara "Kurt Tarîhî" niha di bin banê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî de derdikeve. Kovara ku dema derket bi tirkî bû û di salên dawî hin nivîsên bi kurdî jî diweşîne, weşana xwe didomîne. Kovar her sê mehan carek bi mijara li ser dîroka kurdan tê amadekirin û belavkirin.

- AŞDAD

"Aşdad" kovareke li ser hiqûqê ye û ji aliyê Baroya Amedê ve hatiye amadekirin û derxistin. Hejmara yekem a kovarê bihara 2021'ê de derket. Kovarê wekî kovara sêmehane dest bi weşanê kir, lê îsal tenê ew hejmar derxistiye û li gor agahiyên li ber dest ew niha amadekariya hejmara duyemîn dikin.

- DADISTAN

Kovara "Dadistan" bi piştgiriya Baroya Şirnexê û xebata hiqûqnasan hatiye amadekirin. Kovareke li ser hiqûqê ye. 6'ê meha berfanbara 2021'ê de ji ser hesabê xwe yê twittirê re ragihandin ku kovar çû çapê, lê heta niha derneketiye. 

 


Têbinî: Kovarên bi kurdî yên ku me ji bîr kiribin hebin, haya me pê bixin emê lê zêde bikin.

 

***

Nûçeyên Eleqedar:

- 2021: Vane hemû pirtûkên salê 

- 2021: Kurdên ku xatir xwestin 

- 2021: Kitabê ke Obama weçînayê 

- 2021: Delala kaînatê hat hilbijartin 

- 2021: 25 jinên herî bi bandor ên salê 

- 2021: Di nav 'Fotografên Herî Serketî yên Dîrokê' de fotoyê Nemrûdê jî heye 

- 2021: Fotografên salê, yek jê ji Duhokê ye 

- 2021: The Timesê 10 pirtûkên salê hilbijartin 

- 2021: Neteweyên Yekbûyî hejmara jinên ku hatine kuştin eşkere kir 

- 2021: Fotoyên çivîkan yên serketî hatin hilbijartin 

- 2021: Oksfordê peyva salê hilbijart      

 

 

 

*** 

YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com         

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

news
  • 14 10 2026

Kayûm şandin ser Halk TV

news
  • 09 10 2026

Rojnameger Şaban Sevinç û Mustafa Balci hatin girtin

news
  • 08 10 2026

Fotoyê rojê ji ber avahiya AYM'ê tê

news
  • 26 09 2026

Rojnameger Necip Çapraz mir

news
  • 22 09 2026

'Bîrnebûn'eke nû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Klîba Hefteyê: Ev dîmen ne ji filmekî aksiyonê ye

ad

Salih Muslim ligel Mehmûd Ebas hevdîtin çêkir

ad

Bajar bi bajar bernameya Newrozê

ad

Rexnegirên Sînemayê xelatên xwe belav kirin

ad

'Em bizanin em nekevin meclisê dê aştî bê em nakevin hibijartinê jî'

ad

Li Amedê 100 hezar kesî Xweseriya Demokratîk erê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname