Diyarname
Vê hefteyê yek jê anîmasyon, 5 ji derveyî Tİrkiyeyê û 5 jî ji Tirkiyeyê bi temamî 10 fîlm ketine vîzyonê.
Fîlmê "A Taste of Hunger" ku ji bo tirkî wekî "Bir tutam açlik" wergerandiye li dor çîroka hezkirina çêkirina xwarinê, xeyal û eşqê digere. Magg ku di warê antropolojiya xwarinê de pispor e û Carsten şefekî hosta ye, xwedî malbateke mikemel in. Her tiştê baş dixwazin. Ligel hişyariyan jî ew lokantaya herî bi îdîa ya Danîmarkayê vedikin. Li derdora xwarinhezan navên wan belav dibe. Ew her çiqas difikirin ku stêrka geş a di warê xwarinê de bi dest bixin jî jiyan wan ber bi cihek din ve diherikîne.
Fîlmê ku derhêneriya wî Christoffer Boe kiriye, Nikolaj Coster Waldau, Katrine Greis Rosenthal, Flora Augusta û Charlie Gustafsson têde dilîzin.
Va ne hemû fîlmên hefteyê:
- The Vault / Derhêner Jaume Balaguero
- A Taste of Hunger / Derhêner Christoffer Boe
- Run / Derhêner Aneesh Chaganty
- Cyrano / Derhêner Joe Wright
- Happy Family 2 / Derhêner Holger Tappe / Anîmasyon
- Beni Sevenler Listesi / Derhêner Emre Erdogdu
- Sadece Bir Gece / Derhêner Sinan Biçici
- Fabrîka / Derhêner COSM
- Lietli: Cin Kabilesi / Derhêner Cemal Aşkin Alpçetin
- Mavzer / Derhêner Fatih Ozcan


