logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  5. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Li Kerboranê komploya polîs-sîxur

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, derket holê ku sê kesên piştî bûyera kuştina sercerdevanê berê Mehmet Ûgûrtay bi îfadeya şa

  • Dîrok: 25/06/2014
  • Beş: Nûçe

SEDAT SÛR - MÊRDÎN

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, derket holê ku sê kesên piştî bûyera kuştina sercerdevanê berê Mehmet Ûgûrtay bi îfadeya şahidê veşartî hatine girtin, di encama komploya polîs û sîxur de hatine girtin. Tê gotin ku şahidê veşartî, sîxurekî polîsan ê li navçeyê karê narkotîk û fûhûşê dike ye. B.Ç. beriya girtinan, der barê vê tora polîs û sîxur de agahiyên balkêş da ANF'ê.

Li navçeya Kerboranê, piştî ku roja 28'ê Gulanê sercerdevanê berê û endamê HUDA-PAR'ê Mehmet Ûgûrtay hat girtin, endamê Meclîsa Şaredariya Kerboranê yê BDP'yî Mehmet Şerîf Toprak (47), kurê wî Omer Toprak (19) û xwendekarê dersxaneyê Mehmet Emîn Ogûz (17) li ser îfadeya şahidê veşartî, weke kiryarên bûyerê hatin girtin. B.Ç. ê nexwest navê xwe aşkera bike, beriya girtinan der barê xebatên polîs û sîxuran de agahiyên balkêş da. Ev agahî îddîayên malbata Toprak û rayedarên BDP'ê ku digotin "girtin, komployek bi hevkariya polîs û sîxuran e" xurt dike.

Kekê endamê Meclîsa Şaredariya Kerboranê yê BDP'ê M. Şerîf Toprak ê hat girtin Mûrat Toprak jî diyar kir ku girtiya birayê wî komployeke polîs, cerdevan û sîxur a ji bo BDP û HUDA-PAR werin pêşberî hev bû. Toprak got, "Divê ev bûyer demek ji ya din zûtir bê ronîkirin. Ti eleqeya birayê min, birazê min û zarokê bi navê M. Emîn bi vê bûyerê re nîne."

Hevşaredar Zeynep Sîpçîk û Sînan Akan dan xuyakirin ku ewê dozê bişopînin û diyar kirin ku emniyet li şûna aşkerakirina kiryarên rastî yên vê bûyerê, dane dû komployê.


‘ROJEK BERIYA OPERASYONA BINÇAVKIRINÊ CIVÎN TÊ LIDARXISTIN’

B.Ç. ragihand ku beriya binçavkirina her sê kesên mijara gotinê, roja 6'ê hezîranê li gundê Xelîlan ê li nêzî mala M. Reşît Toprak li mala kesekî bin avê S. civînek tê lidarxistin û anî ziman ku di vê civînê de du polîsên sivîl, T.V. û sîxurên polîsan ên di bûyerê de weke şahid hat nîşandan amade bûn. B.Ç. got, "Civîn ji bo hilbijartina kesê ku weke berpirsyarê bûyera Mehmet Ûgûrtay were nîşandan, hat lidarxistin."


‘DESTPÊKÊ KESEKÎ BI NAVÊ SULEYMAN HAT HILBIJARTIN’

B.Ç. îddîa kir ku di civînê de destpêkê li ser navê kesekî bi navê Suleyman ku li navçeyê weke welatparêzekî tê zanîn hatiye axaftin û diyar kir ku ji ber malbata Suleyman malbateke xwedî bandore bi gotina 'dikare bibe bela li serê me' dest ji wî tê berdan.

B.Ç. da xuyakirin ku beşdarên civînê dûre li ser navê M. Reşît Toprak li hev kirine û got, "Ji ber ku M. Reşît Toprak zêde kesekî xwe tineye û hem jî ji ber endamê Meclîsa Şaredariya Kerboranê yê BDP'yî ye, tevgera siyasî ya kesê bê kuştin û BDP bi vê rê dikarin li hemberî hev rabin. Bi vî rengî biryar dan berprisyariyê biavêjin stuyê M. Reşît Toprak, kurê wî Omer Toprak û M. Emîn Ogûz."

B.Ç. ragihand ku di civînê de li ser sûcdariya li wan bê kirin jî hat axivîn û got, "M. Emîn weke tetîkkêş, Omer weke alîkar û M. Reşît Toprak jî weke organîzator hatin hilbijartin. Her wiha ji bo ekîba operasyonê bike, li derdora malê, bi wesayîteke ji camên tarî, keşif tê kirin."


‘KESÊ BI NAVÊ H.G. KUJER E?’

Detayeke din a di nava agahiyên B.Ç. de balê dikşîne pirsa "Gelo yên ev civîn pêk anînen kujer in yan jî pêwendiya xwe bi kujer re heye?" tîne bîra mirovan. B.Ç. diyar kir ku piştî kuştina Ûgûrtay dayika ciwanekî bi navê H.G. yê li navçeyê dijî gotiye, "Ev sê heftene tiştek hatiye serê kurê min, psîkolojiya wî xera bûye. Piştî girtina sê kesan der heqê bûyerê de jê re gotiye, Polîsê werin min jî bibin, nasnameya min biçirînin û biavêjin."

B.Ç. axaftina xwe wiha dewam kir: "Di vir de tişta herî balkêş dema birazê wî S. ê civîn li mala wî hat lidarxistin û malbata wî xwest H.G. rakin nexweşxaneyê, xalê wî yê bi navê S. li hemberî vê bûye asteng. Xalê wî çima nahêle biçe nexweşxaneyê? Gelo ditirsin ku dema bi psîkologan re biaxive wê hin tiştên veşartî bêje? Dibe ku H.G. tetîkkêş be."


“TI DIJMINAHIYA ME BI KESÎ RE TINEYE”

Mûrat Toprak bibîr xist ku du hefte piştî kuştina sercervan Mehmet Ûgûrtay di sibeha 5'ê Hezîranê de di serdegirtina malan de bira û birazê wî ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin û diyar kir ku piştre Mehmet Emîn Ogûz hatiye binçavkirin. Toprak got, "Piştî ku min serdegirtin bihîst, qet nehat hişê min ku pêwendiya xwe bi bûyera kuştina sercedevan heye. Em vî kesî nas nakin û ti dijminahiyeke me pê re nîne. Vî kesî jî ti zext li me nekiriye."


MALBATA ÛGÛRTAY JÎ RAGIHAND KU YÊN HATINE GIRTIN KRIYAR NÎNIN

Mûrat Toprak da xuyairin ku malbata sercerdevanê hat kuştin jî ragihandiye ku ew ne bawer in yê hatiye girtin kiryarên bûyerê ne û anî ziman ku malbata Ûgûrtay gotiye, "Em ne bawerin ku van kesan ev bûyer kirine. Ji bo ser vê bûyerê binixumînin, ev kes bi zanebûn hatine hilbijartin û berpiryarî xistine stuyê wan."


“YEKANE SIPARTEYA POLÎS ŞAHIDÊ VEŞARTÎ YE”

Mûrat Toprak da zanîn ku bira û birazê wî û M. Emîn Ogûz piştî lêpirsîna şevekê li Muduriyeta Emniyetê ya Mêrdînê roja 6'ê Hezîranê birine Dozgeriya Komarê ya Kerboranê û dûre hatine girtin û anî ziman ku polîsan di binê çavan de gotine 'we cînayet kirine'. Toprak destnîşan kir ku yekane siparteya polîsan şahidê veşartî ye û got, "Ti rûbirûbûn nehat kirin. Bi tenê li ser îfadeya şahidekî veşartî, lêpirsîna wan hat kirin."


“BI DÎTINA ME ŞAHIDÊ VEŞARTÎ SÎXURÊ POLÎSAN E”

Mûrat Toprak diyar kir ku kesê weke şahidê veşartî hatiye pêşkêşkirin ew difikirin ku kesekî li Kerboranê ev demeke dirêje karê eroîn û fûhûşê dike û bi polîsan re hevkariyê dike ye û got, "Eger ew kesê ku em jê bi guman in, hingî ew kes li Kerboranê karê narkotîk û fûhûşê dike. Bi salane bi dewlet û polîs re dixebite. Şahidê veşartî gotiye, 'Bi şev çûm mala M. Şerîf Toprak. Li wir Şerîf Toprak ji kurê we re got, di destê sercerdevan de hin ewraq hene. Eger ew ewraq bikeve destê dewletê wê ji bo me nebaş be.' Axaftineke bi vî rengî yan jî belge û delîleke wiha li malê nehatiye kirin, nîne. Ev îfade bi temamî derew e."

Toprak destnîşan kir ku ev yek komployek siyasî ye û bi vê re hatiye xwestin ku BDP û tevgera siyasî ya kesê hatiye kuştin endamê wê bû bên pêşberî hev.

Toprak xwest bûyer bê ronîkirin û anî ziman ku ewê dest ji şopandina bûyerê bernedin. Toprak ragihand ku ewê alîkariya hiqûqî ji ÎHD'ê bixawaze.


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Hevserokên DEM Partî li girtîgehê bûn: Mijar rêveberiya herêmî bû

ad

Nameyeke vekirî bo Wezîrê Perwerdeyê Dilşad Ebdurehman

ad

Nivîskarên kurd çi dinivîsin, ji bo çi?

ad

Li Amûdê tûrnûvaya pîng pongê

ad

Festîvala Fîlman a Amedê dest pê kir

ad

Birê Osman Baydemîr Azîz Baydemîr wefat kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname