Diyarname
Li hemû dinyayê serdema fûtbolê ya 2021-2022'yan didome lê li Ûkraynayê ji ber şer lîga îsal bi d awî kirin û ev biryar girtin: "Îsal dê şampiyon nîn be. Tîm ji lîgê jî nekevin."
Di meha berfanbara 2021'ê de lîgê navber dabû û paşê ji ber şer dom nekir. Di hefteya 18'an de di Lîga Super a Ûkraynayê de Shaktar Donetsk bi 47 pûanan di rêza yekemîn de bû. Dînamo Kiev bi 45 pûanan di rêza duyemîn de bû.


