logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Keleha Koço

Keleha Koço, navê çend gundikên piçûk ên zozanî û keleheke bi razê nav û deng mezin e. Keleh li bakur rojhilatê gundikê

  • Dîrok: 06/05/2022
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Melîk AYKOÇ

Keleha Koço, navê çend gundikên piçûk ên zozanî û keleheke bi razê nav û deng mezin e. Keleh li bakur rojhilatê gundikê Koço ye. Tirkan navê vir kiriye "Yildirim" dibe ku li vir brûskê li bin çengê yê ku xwestiye nav biguherine dabe, lema kiribe "Yildirim." Ew herêma li dor Keleha Koço bi giştî cihekî çiyayî û zozanî ye, li hawîrdor kêm gund û deverên şên hene. Koço yekem gundê li navenda vê herêmê ye, ji wê baş tê nasîn. Gundê herî nêzîk, gundê ser bi Giyadînê, Usturkan e. Her wiha gundê girêdayiyê navçeya Bazîdê, Kaniyakewaran jî ne dûr e. Li gel zozanvanên Giyadînê, gelek gundiyên Bazîdê û deverên din jî berê derdiketin van zozanên nêzê gundê Koço. Divê ev rastî jî bê gotin, berê fermanên êzdiyên Serhedê, ev dever bi giştî gund û zozanên kurdên êzdî bûn. Li vê herêmê, li bakurê gund, girê Koço heye û cihê herî bilind e, bilindahiya wê li dora 2319 metre ji deryayê bilintir e. Rêya Bazîd û Agiriyê bi qasê 7 – 8 kilometre di rojhilatê gundê Koço re derbas dibe.

Ango gundê Koço li ser sînorê navçeyên Giyadîn û Bazîdê ye. Koço bi qasê 10 kîlometreyan li rojhilatê Giyadînê ji çend mezrayên piçûk pêk tê.

Keleh xwedanê taybetiyeke gelek xwerû ye. Kelehên bi vî awayî, gelek kêm in. Ev keleh mîna Zîgûratên Sumeran, yan jî pîramîdê Misrê xuya dike, her wiha hinek jî dişibe, keleha Siqawî ya li Deşta Mûşê. Beşeke baxirê ku keleh li ser avabûye, di pêvajoya hezaran salan de hêrifiye û wekî xêlyeke ji axa ser sorahiyê hetanî jêr herikiye û rengekî xêliya sor daye girê kelehê. Mirov ji dûr ve wer zendike ku ev axa sor dû re hetiye rokirin û baxirê wekî kofiya serê bûkê xuya dike jî, piştî lêkirinê lê hatiye zêdekirin. Ev taybetiya wê tenê û tenê pîramîdeke lêkirî tîne bîra mirov. Sê gir li gel hev ji ser erdekî rast bilind dibin, lê ev taybetiya tenê li girê ku keleh li ser e, heye. Baxirê gir yê ku keleh li ser hatiye lêkirin, herî kêm 30- 40 metre bi ser wan herdu girên din dikeve. Ji ber baxirê keleh li ser e, wek kofiya bûka xemilandî xuya dike, li herêmê hin çîrok jî li ser hatine hûnandin. Dibêjîn, ev sê xwişkên di yek rojekê de kincên bûkaniyê li xwe kirine ye.

Gir ji zemînê bin ê wekî erdeke rast xuya dike, herî kêm 150 metre bilintir e. Baxirên dîharê gir yê keleh li ser hatiye avakirin jî, bi qasê  10-12 metre bilind e. Mirov tênê dikane xwe ji aliyê rojhilat ve bigîhîne navenda kelehê. Mixabin niha bê hîmê wê, tiştek li pê nemaye. Bes çend derenceyên derdikevin kelehê jî, hê xuya dikin. Li dîhar, di navenda kelehê de hin nîşaneyên sarinc û derenceyên dadikevin binê kelehê hene.

Lê ji ber ku lê tu lêkolîneke arkeolojîk pêk nehatiye, mirov nikane derbarê avahî û mehzenên di bin kelehê de ti agahiyê bide. Ji ber ku cihê kelehê pir asê ye, gêncîneger jî hê pêşkalê wê nebûne.

Li bakurê girê kelehê hin kavilên kevnebajarekî û nîşaneyên nekropolêke hene, di kêlikan de xuyaye ku ji serdema Xaldiyan ve maye, heye.

Bes li ser wan jî tu lêkolînên arkeolojîk pêk nehatiye, ji wê, mirov nikane tu agahiyê bide. Parçeyên cêr û ferfûran lê hatine dîtin, serdema destpêka hesin destnîşan dikin. Bê vê, mirov tenê dikane hin agahiyên bi me ve xuya bide. Yek, mirov dikane ji dîharê kelehê, keleha Arûç, gola Masiyan, bajarê Bazîdê, derdora germikên Giyadînê, zozanên Sînegê, Eledax û Tendûrekê wekî neynikekê bibîne, heta dikane baş raçavîne jî. Ji ber vê jî dibe ku ev keleh xwerû wekî cihekî parastina zozanvanan, çavdêriya heremê hatibe bikaranîn.

Mixabin ku rewşa dîrok û paşmayiyên dîroka me bi giranî ev e. Yên bikanin derkevin diharê wê, wêneyên hawîrdor xwerû jî xişma çiyayê Agirîyê ku ji vir ve baş xuya dike, bi wêneyan wê xofa wî rabîhîse û bide rabîhîstin, bi dilxweşî vê dikin. Lê ji ber ku ne di destê xwediyê heremê de ye, wisa bêxwedî û di tariyê de hatiye hiştin. Wê kengê lêkolînên bingehîn li serê pêk werin, ew jî nayê zanîn. Piştî vê gazinca li pey her kelahê weke axîn ji hinavê me yê kesirî diherike, em dîsa gotina dawiyê li vê zêde bikin û bêjin; hetanî keleh û cihekî dîrokî yê din, bimînin di nava xweşiyê de.

Ji Yenî Ozgur Polîtîka hatiye girtin


Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

KNK'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

ad

Banga du serîlêdanan

ad

Helbestvan Yilmaz Odabaşi hat berdan

ad

BDP nav diguherîne, li benda pêşniyaran e

ad

Tu şîrketek anketê encam nizanî û hinan lêborîn xwest

ad

Li ser Super Lîgê biryarek nû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname