Diyarname
Pirtûka çîrokên nivîskarên ermen “Çîrokên Şêwra Ermenan” bi wergera rojnameger Ferîd Demîrel bi kurdî derket. Pirtûka ku Weşanên Cervantes çap kiriye, ji 12 çîrokan pêk tê.
Cervantes beşeke Weşanxaneya Lîs e ku pirtûkên ji welatên cuda têde werdigerîne kurdî û belav dike. Niha jî pirtûka nivîskarên ermen gihand ber destên xwendevanên kurdî. Rojnameger Ferîd Demîrel ev pirtûka ku berê bi kurdî bi tîpên kirîlî çap bûbû kir latînî û pêşkêş kir.
SERDEMA SOVYETÊ Û KURDÎ
Di dema Yekîtiya Sovyetê de ji bo li nava gelan fikra Sosyalîzmê belav bibe, kar û xebat hatine kirin. Di nav kurdan de jî ev yek hatiye kirin. Ji sala 1930’î û pê de ev xebat bi rêk û pêk bûne û di encamê de dibistanên kurdî jî hatine vekirin, dersa kurdî hatine dayîn, bi kurdî pirtûk hatine çapkirin. Pirtûka “Nivîskarê Şêwra Ermenan” yek ji van pirtûkan e û tê de behsa rewşa wê demê ya kurdan û bandora fikra Sosyalîzmê hatiye kirin. Her wiha ji ber ku têkiliya civaka kurdan û ermenan nîşan dide, çavkaniyeke girîng e. Di heman demê de wekî yek ji pirtûkên pêşîn ê bo kurdî hatiye amadekirin jî tê hesibandin. Niha jî bi li Bakur, bi kurdiya kurmancî li ber destê xwendevanan e.
KEDA HECIYÊ CINDÎ Û YÊN DIN
Çîroka pirtûkê diçe heta sala 1936’an. Cara pêşî şêwra Hikumeta Ermenistanê li Rewanê çap dike. Di 1936’an de pirtûk bi kirîlî û bi navê “Nivîskarê Şêwra Ermenan” xwe digihîne ber destê xwendevanan. Di pirtûka orîjînal de çîrok û helbest hene. Dûre Heciyê Cindî pirtûk amade kiriye û wî tevlî Emînê Evdal, Casimê Celîl û Cerdoyê Gêncoyî ev çîrok û helbest ji ermenkî wergerandine kurdî û bi kurdiya kîrîlî çap kirine.
Niha rojnameger Ferid Demirelî ji vê pirtûkê 12 çîrok hilbijartine û ew ji kurdiya kirîlî wergerandine kurdiya latînî.
NIVÎSKARÊN ERMEN
Di pirtûkê de çîrokên nivîskarên ermen ên bi navê Şîrvanzade, Aksel Bakunts, Derenik Demirçiyan, Stefan Zoryan, Vahan Totovents, Migirdiç Arman, Arazî, Zapel Yaseyan, Mikayen Manvelyan, Sîras, Hraçya Koçar û Garegin Besî hene.
TÊKILIYA NIVÎSKARÊN HER DU GELAN
Di pêşeka pirtûkê de gotina, “Wateyeke mezin a gotina ‘Êrîvan xeber dide guhdarên ezîz’ heye li bal kurdan. Dengê kurdiya qedexekirî, kurdiya ku nikaribû li qada fermî bêbihîstin bû, ev gotin. Di dema Yekîtiya Sovyetê de dengê ji Radyoya Rewanê belav dibû, çavkaniyek e ji bo wêjeya kurdî” hatiye bikar anîn û ev yek lê hatiye zêdekirin, “Beriya dengê Rewanê yê bi kurdî bigihê nava kurdên li welêt, li nava sînorê Yekîtîya Sovyetê gelek kar û barên din hatibûn kirin. Bi dehan pirtûk di wê demê de bi alfabeya kirîlî, paşê jî bi alfabeya Şamîlov-Marogûlovî hatine nivîsandin. Di wê demê de gelek nivîskarên ermen ked dane ji bo nav xebatên navborî pêk bên. Ji ber vê têkilîya di navbera nivîskarên her du gelan de, nivîskarên kurd çîrok û helbestên bi ermenkî wergerandine kurdiya kurmancî. Çîrokên Şêwra Ermenan beşek ji wan çîrokan e.”
Di vê pirtûkê de pêşî bi saya karê wergerê yê Heciyê Cindî, Emînê Evdal û Cerdoyê Gêncoyî û niha jî bi saya wergera Ferîd Demîrel xwendevanên kurdî dê bikaribin çîrokên nêzî 90 sal berê, bi gotineke din çîrokên nêzî sed salek berê bixwînin.
FERÎD DEMÎREL KÎ YE?
Rojnameger û werger Ferîd Demîrel piştî xwendinên xwe yên seretayî li Zanîngeha Marmarayê ya Stenbolê Beşa Rojnamegerî xwendiye. Di dema zanîngehê de hatiye girtin û 16 mehan girtî maye. Piştî berdanê dîsa li heman zanîngehê master kiriye. Ew heta niha di saziyên wekî Birgün, Dîcle Haber Ajansi (DÎHA), Dem Tv, Rûdaw Tv û Sputnik Kurdistanê de wekî nûçegîhan, edîtor, gerînendeyê nûçeyan û şef edîtor kar kiriye.
Dema li ew Dem TV’yê midûrê nûçeyan bû, hatiye girtin û 4 sal û 8 mehan di girtîgehê de maye.
Demîrelî heta niha ji bo gelek pirtûkan edîtorî û redaktorî kiriye. Yek ji nivîskarên “E-Kitêba Rojnamegeriya Kurdî a Dijîtal”, “Ferhengoka Kurdî-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî” ye. Nivîseke wî ya lêkolînê di pirtûka “Haber Analizi ve Arşiv İncelemeleriyle Turkiye’de 9 Gazete” de hatiye weşandin.
Heta niha di gelek kovaran de nivîsên wî hatine weşandin. Ferîd Demîrel karê xwe yê rojnamegeriyê niha di Bianet Kurdî de didomîne.
Heta niha ev pirtûkên wî derketine:
- “Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Zarokparêz” (Online çap bûye)
- “Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Pêvajoya Dadkirinê” (Online çap bûye)
- “Çîrokên Şêwra Ermenan / Weşanxaneya Cervantesê
- “Guldesteyek ji Baxê Rewanê” / Weşanxaneya Sor


