logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Buldan û Sancar li ser perwerdehiya kurdî û nasîna nasnameyê sekinîn

Notên ji kongreya HDP'ê...

  • Dîrok: 03/07/2022
  • Beş: Nûçe


5'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê bi dengdanê bi dawî bû. Kongreyê got bila Buldan û Sancar berdewam bikin.

Va ne hemû agahiyên ku nava rojê derketin holê:

* 

Buldan û Sancar ji nû ve hatin hilbijartin

Di kongreyê de ji hezar û 50 delegeyî 806 delegeyî deng dan. Hevserokên HDP’yê yên niha Pervin Buldan û Mithat Sancar bi 797 dengên erê hatin hilbijartin. 9 deng jî hatin betalkirin. Ligel hevserokan endamên Meclisa partiyên jî hatin hilbijartin.

 

VA NE RÊVEBERÊN NÛ

Di kongreyê de lîsteya ku dê bidin dengdanê diyar bû. Va ne ew lîste:

Endamên Meclisa Partiyê yên Esil:

Abdullah Zeydan, Ahmet Saymadi, Aleddin Erdogan, Ali Kenanoglu, Ali Ozkan, Alişan Şahin, Aydin Çetinkaya, Aylin Onursev, Ayşe Elif Ela Hasanoglu, Berkat Kar, Besriye Tekgur, Bulent uyguner, Cemalettin Yuksel, Cengiz Topbaşli, Cihan Aydin, Çiçek Ariç, Dersim Dag, Dogan Erbaş, Ebru Gunay, Elif Bulut, Emine İnan, Emirali Turkmen, Eylem Arzu Kayaoglu, Fatma Çelik, Feleknas uca, Feray Mertoglu, Firat Keser, Fikret Melih Çolakogullari, Gulistan Ataş, Gultekin Koçdemir, Gulustan Kiliç Koçyigit, Hacay Yilmaz, Hacer Elçin, Haci Bayram Kizartici, Hakki Saruhan Oluç, Halime Bayram, Hanim Binici, Hasret Alp, Hatice Akdag, Hatice Betul Çelebi, Hişyar Ozsoy, Hividar Ozdemir, Işik Arcan, İbrahim Sungur, İdil Ugurlu, Kemal Bulbul, Latife Demirci Kahya, Leman Kiraz, Leyla Atsak, Livan Orman, Mahfuz Guleryuz, Mediha Azra Gullupinar, Mehmet Raci Bilici, Mehmet Ruştu Tiryaki, Mehmet Saltoglu, Mehtap Sert, Menekşe Kizildere, Metin ugurtepe, Muhammed Ayten, Murat Çepni, Musa Piroglu, Mustafa Guler, Naci Sonmez, Nazim Karakurt, Nazile Tursun, Nuray Ozdogan, Nuray Turkmen, Oya Ersoy, Omer Ocalan, Ozcan Ay, Ozcan Teker, Ozgul Saki, Ozgur Zeydanoglu, Ozlem Gunduz, Perihan Agaoglu, Pero Dundar, Ridvan Turan, Sait Tayci, Samet Menguç, Sedat Şenoglu, Semiha Şahin, Serhat Eren, Serpil Kemalbay Pekgozegu, Servin Karakoç, Seval Çadirci, Sevda Çelik Ozbingol, Sevgi Kişin Sazan, Sidar Karaçelik, Songul Tunçdemir, Sultan Ozcan, Şaziye Kose, Şerife Yildirim, Tayip Temel, Tevfik Kaçar, Tulay Hatimogullari Oruç, Tuncer Bakirhan, Turgut Oker, Turkut Çatar, Zeki Koç, Zeynep Nilgun Salmaner.  

Endamên Meclisa Partiyê yên Yêdek:

Adem Demiragaç, Ahmet Yildiz, Alican Çakir, Aylin Hacaloglu, Bahattin Karaman, Bedriye Irmak, Bedriye Yorgun, Beybun Aslan, Bulent Aşa, Dalha Kaya, Emin Ay, Engin Guleser, Erhan Basut, Erkan Mete, Erol Tunç, Ferit Aktepe, Haydar Ustundag, Huseyin Gencer Uçar, İsmail Anci, Kendal Soysal, Leyla Aygun, Lezgin Bingol, Mahmut Çavli, Mehmed Ali Yavuz, Mehmet Sabri Gul, Metin Ozbadem, Murat Kalmaz, Musa Alkan, Musa Aydin, Mustafa Çampinari, Necati Pirinççioglu, Omer Filitoglu, Ramazan Dogru, Reşat Aşan, Rohat Govercin, Sariye İnci, Serkan Baysak, Seydoş Daniş, Seyitbattal Taşdemir, Sinan Kaya, Şerif Bora, Şerif Durmaz, Tarik Zafer Yazigan, Turhan Yildirim, Unal Yusufoglu, Vedat Yildiz, Veli Aydogan, Veysi Eski, Yakup Çelik, Yunus Parim.

Endamên Lijneya Dîsîplînê:

Adalet Aydin Sozkesen, Gulistan Koç, Gulseren Pusatlioglu Kaçaroglu, Gulseren Tural, Huseyin Gozen, Mehmet Karayilan, Mehmet Oner, Ahmet Eken, Omer Aşkara 

Endamên Lijneya Lihevkirinê:

Deniz Yildirim, Diba Keskin, Mustafa Yildiz, Necdet İpekyuz, Nusret Dogruak, Yildiz Bahçeci, Yuksel Akgun. 

*   

LIJNEYA ŞÊWRÊ HATE SAZKIRIN

HDP’ê di kongreyê de delegeyan biryara 5”emîn Konferansa Mezin a HDP’ê anî cih. Li gor vê biryarê Lijneya Şêwrê hate sazkirin ku di nav de ji gelek waran 43 nav hene. Di nav vê lijneyê de akademîsyen, rojnameger, şanoger, sosyolog û nivîskar hene. HDP’yê Lijneya Şêwrê ku ragihand ji niha û pêde dê gelek serî li wan bide û bi wan bişêwre. 

Di nav Lijneya Şêwrê ya hate hilbijartin de ev kes hene:

Helbestvan Ahmet Telli, siyasetmedar Ahmet Turk, Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, ji doza Dev-Yolê Ali Alfatli, rojnameger Ali Bayramoglu, Ayşe Erzen, Ayşegul Devecioglu, civaknas Bulent Kuçuk, akademisyen Celil Kaya, jina Mehmet Sincar Cihan Sincar, rojnameger Erdogan Aydin, Hevseroka avakar a HDP’ê Fatma Gok, nivîskar Ferda Koç, Akademisyenê Aştiyê Gençay Gursoy, siyasetmedar Halil Aksoy, Hamit Geylani, rojnameger-nivîskar Hasan Cemal, nivîskar Kenan Kalyon, lîstikvan Kerem Firtina, akademisyen Levent Koker, Mahmut Demiralp, rojnameger Mehmet Altan, akademisyen Meral Camci, Mustafa Kemal Coşkun, Muzaffer Kaya, ji Doza 49’an rewşenbîr Naci Kutlay, siyasetmedar Nizamettin Toguç, Nurettin Sozmez, aktîvîst Nurten Ertugrul, Hevberdevkê HDK’ê yê berê Onur Hamzaoglu, aborîzan Ozgur Muftuoglu, dadgerê bê yê DMME’yê (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) Riza Turmen, parêzer Several Ballikaya, akademisyen Sevilay Çelenk, siyasetmedar Seyfi Ongider, Sirri Sakik, endamê Heyeta Îmralî Sirri Sureyya Onder, şanoger Sureyya Karacabey, akademisyen Şebnem Oguz, rewşenbîr Tarik Ziya Ekinci, siyasetmedar Veli Buyukşahin, Hevserokê avakar ê HDP’ê Yavuz Onen, akademisyen Zerrin Şahin Kurtoglu. 

*   

SANCAR: Bi ’Jiyana Nû’ emê pirsgirêkên salan çareser bikin

Hevserokê HDP’ê Mithat Sincar axivî. Va ne hin notên ji axaftina wî:

- Li hemberî hemû kêmînên we yên li hemberî partiya me û hevrêyên me, va ye ev gel, ev qelebalix, bi mîlyonan kesên çavên wan li me ye bersiva we didin. Hûn nikarin pêşî li me bigirin.

- Partiya me 10 sal berê hate avakirin. Erê em xetayan dikin, lê em girêdayî soza ku me daye ne. Ha va ye ev ji bo me çavkaniya rûmet û serbilindiyê ye.

- Silav li hemû hevalên me yên li girtîgeha, silav li hevalên me yên hatine sirgûnkirin.

- ‘Jiyana nû’ ku em dixwazin saz bikin ji bo pirsgirêkên sed salan, ji bo pirsgirêkên dem kurt û dem navîn çareseriyeke bingehîn e.

- Desthilatdarî ji me ditirse, loma bi hemû hêza xwe êrîşê me dike, dibêje qey dê me têk bibe. Keda me ya têkoşîna dehan salan, baweriya me ya têkoşînê, di serî de kurd, hemû gelên ligel hev em bi hev re dimeşin, hêzên demokratîk dê vê plana wan têk bibin.

- Bi taybetî ez dixwazin li ser bisekinim, rêya çareserî ne şer-pevçûn-şîdet e. Bi diyalog, muzakere û siyaseta demokratîk mirov dikare xwe bigihîne çaraserî û aştiyê. 

- Em dixwazin navenda çareseriyê meclis be. Çima, ji ber ku dê zelalî hebe, dê beşdarî hebe, divê hebe. Dikare hin gav bêne avêtin. Ev ne gavên zehmet in, zehmet bin jî divê bêne avêtin. Ezê çend sernavan bînim ziman: Divê hemwelatiya wekhev bixin bin ewlehiyê, i serî de perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê hemû nasname bêne nasîn. Demokrasiya herêmî bê qebûlkirin û sazkirin. Bi rêya darazê hemû texrîbatên hatine kirin bêne başkirin, hinek din zelal bêjim, divê hemû dozên li ser girtiyên siyasî bêne betalkirin û bêne encamkirin. Divê dawî li rejima dest daniye ser vîna siyasehî û hemû kayûm bêne betalkirin. Rêya çareseriya van meclis e û divê em van nîqaş bikin û bikin malê gel bikin wekî vîna aştî û çareseriyê.

- Ji Şîlî, Peru, Arjantîn heta Kolombiyayê li hemberî rêveberiyên talankar, çetekar îtîfaqa demokratîk a berfireh çêbû, bi hêviya azadî, wekhevî û edelatê biriqî û gelan ew hembêz kir. Gelên ku têne çewsandin ligel karker, jin û tevgerên ekolojîk hatin ba hev û dawî li olîgarkan anî. Ev gav ji bo aştiyê çiqas muhîm e di mînaka Kolombiyayê de tê dîtin. 

- Emê ligel hemû endam û gelê xwe, ligel hevkarên îtîfaqa demokrasiyê, hemû aliyên ku em bikaribin xwe bigihînin wan emê bên ba hev û emê berendamê xwe eşkere bikin. Hedefa me dê ew be ku herî hindik em derkevin dora diduyan. Meşa me sazkirina jiyaneke nû, civakeke nû û jiyaneke nû ye. Bila kongreya me ji bo hemû welat û dinyayê xweşiyê bîne. Çareserî em in, serkeftin a me ye. Riya me vekirîbe. Bimînin di xêr û xweşiyê de. 

*  

BULDAN: RÊYA ÇARESIRIYÊ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ YE

Di kongreyê de Hevseroka HDP’ê Pervin Buldan axivî. Va ne çend not:

- We coşa 8’ê Adarê, Newrojê, 1’ê Gulanê we aniye vê salonê. Îro we li vê derê dîrokek nû nivîsî

- Bi meşa xwe ji Edîrneyê heta Culemêrgê em bûn pirê demokrasiyê.

- Li her derê em bûn dengê aştiyê. Em pişta xwe didin berxwedan hu têkoşîna xwe û em dibêjin soza me heye, çareserî em in, hêza guherînê em in. Hêz hûn bi xwe ne. Hêza me ew e li ser her pirsgirêka welat em gotina xwe bêjin û em fikra çareseriyê derxin holê.

- Emê serketinên nû li serketinên xwe zêde bikin.

- Ji ber ku bi tecrîdê bersiva banga birêz Ocalan dan ev yek bû sedem ku neçareserî xurtir bibe. Divê gavek zûtir dest ji vê bê berdan û dawî li tecrîdê bînin. 

- Bi polîtîkayên xwe yên şer û dagirkirinê, bi polîtîkaya derve ya dijkurdan ûn nikarin rastiya pirsgirêka kurd û serketinên gelê kurd ji holê rakin. Rojhilata Navîn û Sûriye ne bi neyartiya we ya li dij kurdan, bi vîna yekît ya kurdan û bi vîna bi hev re jiyîna gelan, bi îtîfaqa demokrasiyê dê şikil bigire.

- Em ji vê derê dibêjin: Rêya çareseriyê lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û li ser bingeha hiqûqa navneteweyî diyalog û muzakereya demokratîk e. Gavên çareseriyê hemwelatiya wekhev, perwerdehiya bi zimanê zikmakî, demokrasiya herêmî ya xurt û ji holê rakirina hemû texrîbatên ku pergala dadgeriyê çêkirine ne. Rêya çareseriyê diyalog û bingeha lihevkirina siyasetî parlemen e.

- Çareserî em in, gelê me ye. Bi hêza ku me ji ceribandinên xwe yên berê girtine di her gava vê meseleyê de em amade ne bar bigirin ser milên xwe. 

- Dê serdema siyaseta ku çareseriyê saz nake bi dawî bibe û serdema HDP’ê dest pê bike. 

* 

ÎTÎFAQA KURDISTANÊ LI WIR E

Nûnerên Îtîfaqa Kurdistanê ku HDP jî di nav de ye li kongreyê amede ne. Ji partiyên kurdan Serokê PDK-T’yê Mehmet Emin Kardaş, Serokê KKP’ê Sinan Çiftyurek, Serokê Komeleya Demokratîk a Şoreşger a Kurdan Necat Ozbey, Sekreterê Tevgera Azadî Metin Pirani, Serokê ÎOP’yê Mehmet Kamaç, li ser navê PAK’ê Mehmet Gul û Faruk Amedi, li ser navê PSK’ê PSK’ê Alaaddin Aras û Celal Yildiz, Endamê Lijneya Dîsîplînê yê HAK-PAR’ê Hasan Şeşoglu, li ser navê Partiya Azadî Abdulrahman Suleyman wekî mêvan beşdarî kongreyê bû.

Li aliyê din ji Herêma Kurdistana Federe nûnerên Hizbî Zehmetkêşan, Hizbî Şiî Kurdistan, Bizûtneweyê Rizgarî Demokratî Kurdistan, Yekîtiya Parlamenterên Kurdistan, Yekîtiya Neteweyî Demokrata Kurdistan nûner hatin kongreyê. Her wiha  YNK û Tevgera Goran peyama serketinê ji bo kongreyê şand.

* 

NÛNERÊN PARTIYÊN TIRK

Hin nûnerên partiyên tirk jî wekî mêvan li salonê ne. Cîgerê Serokê Giştî yê CHP’ê Onursal Adiguzel, Sekreterê Giştî yê Gelecek Partisi Kani Torun, Cîgerê Serokê Giştî yê DEVA’yê Mehmet Emin Ekmen û Seroka Polîtîkayên Jinan Elif Esen, Cîgirê Serokê Giştî yê Saadet Partisi Fatih Aydın beşdarî kongreyê bûn.

JI DINYAYÊ MÊVAN HENE 

Ji temamê dinyayê li dor 100 nûner hatine kongreyê. Ji Ewropayê nûnerên gelek partiyan beşdarî kongreyê bûn. Ji Rojhilata Navîn, ji Afrîka û Amerîkayê jî ji gelek welatan nûnerên partî û rêxistinan wekî mêvanhatin kongreyê. Her wiha li gor agahiya amadekarên kongreyê ji 400’î zêdetir saziên sivîl û sendîkayên ji Tirkiyeyê nûner şandine kongreyê. 

MEBÛSÊN BERÊ

Siyasetmedar Ahmet Turk, mebûsên berê yên HDP Abdullah Zeydan, Sirri Sakik, Adem Geveri, Behçet Yildirim, Sirri Sureyya Onder jî di nav de gelek siyasetmedar li salonê amade bûn.

XIZMÊN SIYASETMEDARÊN GIRTÎ

Jina Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş Başak Demirtaş, jina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê (ê kayum şandin cihê wî) Selçuk Mizrakli Zeynep Mizrakli, mêrê Gulser Yildirim Kamîran Yildirim jî beşdarî kongreyê bûn. 

* 

ŞENYAŞAR LI KONGREYÊ BÛ

Ji bo doza kuştina endamên malbatê dayik Emine Şenyaşar û kurê wê Ferit Şenyaşar Nobeta Edaletê didomînin. Îro roja 482’yan a rûniştina Nobeta Edaletê ye. Ji bo vê dayik Emine Şenyaşar dîsa li cihê xwe rûniştî bû,lê kurê wê Ferit Şeryaşar wekî mêvan beşdarî kongreyê bû û Nobeta Edelatê anî kongreyê. 

* 

HILBIJARTINA HEVSEROKAN Û LIJNEYAN

Ji bo rêveberina kongreyê di bin serokatiya Berdevkê KOMA HDP’ê Saruhan Oluç de Lijneya Rêveberiya Kongreyê saz bû. Dilan Dirayet Taşdemir, Dersim Dag, Serpil Kemalbay û Necdet İpekyuz wekî endamên dîfanê hatin hilbijartin. Dîwanê dest bi rêvebirina kongreyê kir.

Di kongreyê de hezar û 50 delege dê deng bidin. Di kongreyê de 100 endamên esil ên Meclisa Partiyê, 50 yêdek hu 30 endamên fexrî dê bêne hilbijartin. Her wiha hevserok jî dê bêne hilbijartin lê li hev kirina ku hevserokên niha karê xwe bidomînin. Di Meclisa Partiyê de dê guherîn hebin û navên nû hebin. 

*  

PANKARTÊN SALONÊ

Diruşmên kongreyê “Çareserî bi me re ye” û “Serkeftin a me ye” ne. Posterê Deniz Poyraz a li Îzmîrê li avahiya HDP’ê hat kuştin li salonê hat daliqandin. Pankartên wekî “Bi îtîfaqa demokrasiyê rêya sêyemîn”, “Bi îtîfaqa demokrasiyê emê miheqeq bi ser bikevin”, “Di têkoşîna li hemberî şîdeta li ser jinê de çareserî em in”, “Ne şer û tecrîd, aştî û çareserî”, “Ne rejima yekkesî, Komara Demokratîk”, “Ji bo azadî, ji bo çareserî soza me heye”, “Di pirsgirêka kurd de çaraseriya demokratîk”, “Çareserî bi me re ye, azadî di destên me de ye”.

*

SERÊ SIBÊ DERÎ VEBÛN

Îro li Salona Sporê ya Arenayê ya Enqereyê 5’emîn Kongreya Asan a HDP’ê li dar ket. Ji serê sibê de bi hezaran kesên ji bajarên cur bi cur ji bo kongreyê hatin li salonê kom bûn.

Ciwan bi diruşman ketin salonê. Jin jî bi şaxê zeytûnê ku aştiyê sombolîze dike û bi  diruşman ketin salonê.

Li salonê diruşmên HDP gel e hel li vir e, HDP hêvî ye, HDP li ser lingan e bilind bûn. Diruşmên wekî Bijî Serok Apo, Bijî berxwedana zindanan jî hatin berzkirin.

Li ber salonê jî li derve gelek kesan govend gerandin.

Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 31 08 2026

Li Amûdê gel, li Hesekê mamoste ji bo ziman daketin kuçeyan

news
  • 30 08 2026

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

news
  • 30 08 2026

Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket

news
  • 29 08 2026

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

news
  • 28 08 2026

PKK'ê cara yekê eşkere kir; Heta niha çend winda dane?

news
  • 28 08 2026

Pirtûka ku hê nehatiye çapkirin hat qedexekirin!

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Kongreya Neteweyî divê ji ku dest pê bike?

ad

Hikumeta Başûr nehişt heyeta jinan derbasî Rojava bibe

ad

Bavê Navê tê Amedê

ad

Efsaneyê Hollywoodê David Lynch mir

ad

Dixwazin 7 sal cezayê hepsê lê bibirin

ad

'Çîrokên Jinên di Zindanan de' derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname