Diyarname
Çîroknivîskar û romanivîskar Helîm Yûsiv vê carê bi pirtûka "Auslander Beg" derket pêşberî xwendevanên xwe. Di berhema Ausländer Beg de ku ji 28 kurteçîrokên Helîm Yûsiv yên nû pêk tê.
Ausländer, ango biyanî, yê ku tevî zehmetiyên nebînayî, bi awayekî ji awayan xwe ji pêsîrtengî û karesatên welatê xwe rizgar kiriye û kariye xwe bigihîne welatekî Ewropayê yê mezin û pêşketî. Bi ser de jî ku ev Ausländer yekî kurd ê nivîskar be, li welatê xwe yê mişt bi reşebayiyan temenê xwe yê tijî têkçûn, tirs û xofa zik li ser biryara nivîskarbûnê, nivîskariya bi zimanê qedexe kirî ava kiribe, tûşî trajediya ku hem civaka wî hem jî hêzên dagirker tînin serê mirov bûbe û bazdana ji welêt ji xwe re kiribe deriyê felatê, bi peregendetî xwe gihandibe Almanyayê, hatibe nava çandeke biyanî, zimanekî biyanî û şêwejiyaneke biyanî û ne mêvanperwer û ne xerîbdost, gelo çi rewşine, hal û hewaline trajîkomîk tên serê wî? Di bewerbungê de, daxwaznameya ku ji bo peydakirina kar tê nivîsandin, çawa çêdibe ku çênabe wekî kar “nivîskar” bê nivîsandin? Di nava keftelefta akincîbûnê û hewildana peydakirina kar de, ji bo ku yê ausländer bikaribe îqameya xwe bistîne, kîjan rê û rêbazên seyr diceribîne?
Nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv, di pirtûka xwe ya kurteçîrokan a bi navê Ausländer Beg de bi navê wekî Ausländer Beg û Dîwarên Asê; Ausländer Beg, Mêrê Du Jinan; Ausländerê Helbestvan, Ausländerê Ker, Ausländer Beg, Nivîskar e, Ausländer Beg, Welatparêz e, Ausländer Beg, Sen Turk musun?, Ausländer Beg û Şoreş û Ji Bîranînên Ausländer Beg pêk tê, wêneyê kurdekî ji ber şer, serêşî û dijwariyan ji welatê xwe reviyayî, bi şêweyekî realîst-trajîkomîk, bi zimanekî gelekî fesîh nîgar dike û reng e bê gotin ku bi vê zincîreya kurteçîrokên li ser destpêka qonaxa pêkhatina dîasporaya kurd, berhemeke ku dê bi berdewamî bê xwendin diyarî zimanê kurdî û wêjeya kurdî dike.
Weşanxaneya Lîs vê berhema Helîm Yûsiv a nû ya çaverê kirî bi şanazî pêşkêşî xwendevanên kurdî û xwendevanên Helîm Yûsiv ên dilsoz dike. Ji ber ku di nava xwendina Ausländer Beg re dê bê dîtin ku Helîm Yûsiv berhemeke mîna wê berhema klasîk a navdar a nivîskarê Çek, Jaroslav Hašek, Şvaykê Şêrleşker, tevî destkeftiyên wêjeya kurdî dike.
Her wiha, dê xwendevan bibînin ku nivîskariya Helîm Yûsiv a ji pirtûka wî ya pêşîn a bi navê Mêrê Avis dest pê kirî, hem bi rasteqînî hem jî bi honakî, gihîştiye kîjan qonaxê û ew ê reng e berê xwe bide çi aliyî.
Ausländer Ber / Helîm Yûsiv / Kurteçîrok / 176 rûpel


