Diyarname
Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn li ser binçavkarina derhêner Ardîn Dîren daxuyaniya nivîskî belav kir û banga berdana Dîren kir.
Vê sibê di serî de li Amedê li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin. Yek ji wan jî derhêner Ardîn Dîren bû. Komeleyê li ser vê daxuyanî belav kir û diyar kir ku li hemberî ziman, çand û hunera kurdî sansur û zordariya desthilatdarî didome. Komeleyê got ku ev zordariya li ser huner û fikra nayê nayê qebûlkirin û got, "Birîna dengê hunermenda, birîna dengê civakê ye. Hem hunermend, hem jî berhemên wan divê azad bin. Em zordarî, polîtîka û kirinên nehiqûqî yên li hemberî çand û hunerê şermezar dikin. Dive hevalê me derhêner Ardîn Dîren di cih de bê berdan. Destên xwe yên qirêj ji ser huner û hunermendan bi paş ve bikişînin. Li hemberî vê polîtîka û kirinên zordarî emê têkoşîna xwe ya maf û azadiyê bi çîrok, kamera û fîlmên xwe bidomînin."
***
Nûçeya Eleqedar:


