Diyarname
Piştî Kongreyê 30 endam”en Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya HDP’ê li hev civiya û karbeşî çêkir. Ebru Gunay carke din ji bo Berdevka partiyê hat hilbjartin. Omer Ocalan bû Berdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê. Tayyip Temel carek din b”u berpirs”e kom”isyona Çapemenî, Weşan û Propagandayê
Endamên LNR’yê îro di bin serokatiya Hevserokê HDP’ê Mithat Sincar de ji bo karbeşiyê civiyan. Di dawiya civînê de biryarên ji bo karbeşiyê hatin belavkirin. Mebûsa HDP’ê Ebru Gunay carek din bû Berdevka Partiyê.
Di civînê de karbeşiyeke wisa çêbû:
- Berpirsê Komîsyona Çapemenî, Weşan û Propagandayê: Tayip Temel
- Berpirsê Lijneya Rêveberiyê Herêmî yên Demokratîk: Mehmet Ruştu Tiryaki
- Berpirsên Komîsyona Têkiliyên Karên Derve: Hişyar Ozsoy û Feleknas Uca
- Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê: Omer Ocalan
- Berpirsa Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê: Gulustan Kiliç Koçyigit
- Berpirsê Komîsyona Ekolojiyê: Naci Sonmez
- Berpirsê Komîsyona Aborî û Çandiniyê: Ridvan Turan
- Berpirsa Komîsyona Ked û Polîtîkayên Civakî: Şaziye Kose
- Berpirsê Komîsyona Astengbaran: Musa Piroglu
- Berpirsa Meclisa Ciwanan: Dersim Dag
- Jimarkarê Giştî: Dogan Erbaş
- Berdevkên Komîsyona Koçber û Penaberan: Murat Çepni û Elif Bulut
- Berdevkên Komîsyona Gelan û Baweriyan: Tulay Hatimogullari Oruç, Turgut Oker
- Berpirsê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan: Serhat Eren
- Berdevka Meclisa Jinan: Ayşe Acar Başaran
- Berpirsên Rêxistinkirina Navendî: Ozlem Gunduz û Mahfuz Guleryuz getirildi.
- Berdevka Partiyê: Ebru Gunay
- Berpirsê Komîsyona Polîtîkayên Tenduristiyê: Samet Menguç
- Berpirsê Komîsyona Karên Hilbijartinê: Emirali Turkmen
- Berpirsên Komîsyona Saziyên Sivî û Têkiliyên Ligel Partiyên Siyasî: Tuncer Bakirhan û Sultan Ozcan
Her wiha Turkut Çatar, İdil Ugurlu, Hatice Akdag, Cihan Aydin, Pero Dundar jî dê karên xwe yên endamtiya LRN’yê bidomînin.
Nûçeyên Eleqedar:
- Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê nameya pîrozbahiyê ji bo Buldan û Sancar şand
- Buldan û Sancar li ser perwerdehiya kurdî û nasîna nasnameyê sekinîn (Notên li ser kongreyê)


