Diyarname
Pirs ev e: Çi eleqeya vê nûçeyê bi kurdan re heye? Bersiv ew e ku tu eleqeya wê bi kurdan re nîn e. Dîsa jî em nûçeyê bixwînin: Li Tirkiyeyê bi navê “Milliyetçi Sol Partî” (Partiya Çep a Neteweperest) partiyeke hate avakirin. Bi kurtahî jêre “Milli Sol” dibêjin. Serokê wê Huseyîn Alpay e. Partiyê daxwaznameya avakirina xwe da Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê.
Çend pirs:
- Ev kî ne? Serokê vê partiyê Huseyîn Alpay e. Alpay di DSP’ê de ji bo Serokatî bû berendam lê bi ser neket. Loma jî ew û hin muxalifên din di DSHP’ya ku Rahşan Ecevit ava kiribû de bi cih bûn û ew bû serokê giştî yê partiyê.
- “Milliyetçitî” (Neteweperestî) li çepgirî tê? Helbet na. Lê li Tirkiyeyê ew her tiştî li gor xwe şirove dikin. Loma jî Serokê Alpay gotiye, *Me xwest partiyeke ku kokê wê li vê axê ne, partiyeke ne berevajî nirxên manewî yên gelê me bin, partiyeke xwecîhî û çep, li ser rêgezên tirkîtî em ava bikin. Bila ji bo welatê me bi xêr be.”
Alpay gotiye ku armanca wan ew e di sala 2023’yan de bikevi hilbijartinê.


