Siûd Kîkî
Kîtaba nivîskar Ronî War bi navê Feqiyê Teyran, ji Weşanên Ava derket. Ronî War heta niha zêdetir bi hîkayeyan derketibû pêş xwendevanan; lê vê carê bi romanekê xwe daxilî nav qada romanivîskaran kir.
Roman, ji navê wê jî diyar e, di der barê helbestvan û şexsiyetê kurd ê navdar Feqiyê Teyran de ye. Di edebiyata kurdî de valahiyek li ser tarîxa jiyana şexsiyet û navdarên kurdan ên ku bi edebiyatê re eleqedar in, heye. Helbet navdarên kurdan yên din jî ji vê yekê para xwe distînin. Îcar gava em vegerin ser romanê, em ê bibînin ku Feqiyê Teyranê ku bi salan e di hişê me de ew bi çend şiîr û bi çend stranan dihat naskirin, di vê berhemê de wekî însan, wekî feqî û wekî alimekî bi rih û can, bi goşt hestîbûyîna wî li ber çavan e. Hîkayeya wî ji serî heta bi dawî mirov li pê xwe dibe; hîsa mirov a meraqê her ku bi nav pelan de dihere, zêdetir dibe û piştî radeyekê roman xwe dide xwendin. Roman li ser çîroka Mîr Mihemed (Feqe) û Tûma hatiye avakirin. Wekî şexsiyet ev her du kes, karakterên sereke ne. Mîrê Botan jî di beşên dawî de beşdarî hîkayê dibe û ji xwe girêka romanê jî li Cizîrê vedibe. Wekî şexsiyet Feqe, temsîla însanên alim û qenc e. Hurmeta însanên wê demê ji ber van xisûsiyetan, jê re heye. Lê Tûma temsîla însanên xayin û dirû ye.
Di derbarê lihevanîna bûyeran û hîsa meraqê de roman biserketî ye. Ji xwe zimanê berhemê kurdiyek rewan e; him sivik e û him jî li gorî bûyer û sehneyan ji hêla bikaranîna biwêjên ku di nav gel de hatine jibîrkirin, gelekî biserketî û layiqî pesindayinê ye. Bi zimanê xwe roman mirov dike heyranê xwe…
Gava min romana Feqiyê Teyran xwend, romana ku li ser şaîrê navdar Omer Heyyam hate bîra min. Wekî tê zanîn di edebiyata dinyê de ji zû de li ser şexsiyetên navdar romanên tarîxî tên nivîsandin. Gelek ji van romanan bûn senaryo û ketin sînemayê. Yek ji wan Îskenderê Mezin e. Mirov gava vê helwestê dibîne, dixwaze navdar û destanên kurdan jî bi vî şiklî têkeve nav edebiyatê (wekî roman) û sînemayê. Helbet ev hewldan ne bi zimanekî din, divê ewil ew bi kurdî bên nivîsandin. Ji ber vê yekê romana Feqiyê Teyran di vê qadê de yek ji wan xebatên hêja ye û hêvî ew e ku ew bibe destpêka yên din.
Di edebiyata kurdî de nivîsandina romanên tarîxî hê nuh e. Wisa xuya ye wê di vê hêlê de eserên nuh derkevin û bi van kitêban wê fikra me ya li ser tarîxa kurdan û şexsiyetên wan zengîntir û ronîtir bibe.
Feqiyê Teyran / Ronî War / Weşanên Ava / Roman / 160 rûpel


