logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Sancar: Şaredariya Mêrdînê 2 sal berê li ser vir sekinîbû, qeymeqamî guh neda

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ligel heyetek çû Dêrika Mêrdînê cihê qezaya trafîkê lê çê bû û got, “Ev ne qezaye

  • Dîrok: 22/08/2022
  • Beş: Nûçe

Mêrdîn

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ligel heyetek çû Dêrika Mêrdînê cihê qezaya trafîkê lê çê bû û got, “Ev ne qezayeke asayî ye.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar ligel heyetek çû Dêrikê ku di nav heyeê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ê ji karhatî girtin Ahmet Turk, Serokwelîlê Meclisê Nîmetullah Erdogmuş, Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP'ê ya berê Çaglar Demîrel, endamê Desteya Rêveberiya Navendî Cîhan Aydin, parlamenter Kemal Pekoz, Hasan Ozguneş û rêvebirên HDP’ê yên Mêrdîn û Şirnexê  hebûn

‘KAMYONÊN KEVN KIRINE TIR’

Sancar û heyeta pêre pêşî çûn cihê şînê û paşê li cihê bûyerê daxuyanî da çapemeniyê. Berî Sancar, Ahmet Turk axivî û got,  “Dilê me hemûyan dişewite. Felaketeke mezin hat serê me. Musebîbên vê felaketê hene. Ev dê di pêşerojê de eşkere bibin. Îro tenê dillê dêrikiyan naşewite, dilê tevhiya kurd û Kurdistanê dişewite. Lê em ji bilî sebrê nikarin tiştekî din bibêjin. Dema em li van kamyonên ku îro bûne sedema vê karesatê dinêrin, ew hemû jî kamyonên kevn in ku paşê ew kirine TIR. Mixabin heta niha ne hatine kontrolkirin ne jî tiştek ji bo wan hatiye kirin. Li welatekî wiha serberdayî karesatên wisa pêkan in. Ji bo musebîbên vê bûyerê eşkere bibin çi hewce be dê bê kirin. Bila serê gelê me sax be. Bila serê Dêrikê sax be. Rehma Xwedê li wan be û em ji bo kesên birîndar jî şîfayê dixwazin." 

SANCAR: ‘NE QEZA YE, KUŞTIN E’

Dûre Sancar axivî. Va ne ji gotinên Sancar hin not:

- Em pêşî hîn bûn ku di qezaya Dîlokê de gelek mirovên me canê xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku hejmara miriyan 16 e. Piştî wê bi demeke kurt, em li Dêrikê jî bi karesateke mezintir re rû bi rû man. Hin aliyên taybet ên karesata li Dêrikê hene. Xwedê rehma xwe li mirovên me yên li Dîlokê û Dêrikê jiyana xwe ji dest dane bike. Ji xizmên wan re sebrê dixwazim. Ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim. Ne pêkan e ku em ji karesata li vir wekî qezayeke hêsan bidin der. Li aliyekî bûyerê îhmalkarî hene. Ji vcan îhmalkariyan a sereke jî ew e ku wesayîtên bargiran in ku di nava bajêr re diçin. Diviyabû ne wiha bûna, diviyabû destûr nehatan dayîn." 

 - Parlementerên me pêşniyaznameyek berpêşî meclisê kirin ji bo ku li Dêrikê rêya hawirdorê bê çêkirin. Pirsîn bê çima nayê çêkirin. Di vî warî de hevalên me daxwaz ji wezaretê, saziyên têkildar kirin, lê yek ji wan jî guh nedan daxwazên me.” 

BIRYARA ŞAREDARIYÊ NEANÎNE CIH

- Koordînasyona Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di Adara 2020’an da têkildarî vê civînek li dar xistiye. Rojev jî, li Dêrikê çûn-hatina van wesayîtên bargiran û talûke bû. Navenda Koordînasyona Gihandinê ji bo nîqaşkirina vê biryarê li hev kom dibe, lê qeymeqamê Dêrikê, midûrê polîsan ê Dêrikê dibêjin pêdivî bi tiştekî wiha tune ye. Bi ser de beşdarî civînê jî nabin. Di nivîsên xwe de jî gotine pêdivî bi tiştekî wiha tune ye. Ev rê, roja ev karesat çêbû tenê şerîdek bû. Di rêyeke yekşerîdî de çûn-hatina ev qas wesayîtên bargiran cihê talûkeyeke mezine û nayê qebûlkirin.

DANEYÊN TONAJÊ NAYÊN PARVEKIRIN

 -  Daneyên derbarê kontrolkirina tonajê de nayên parvekirin. Nayê kontrolkirin ku ev wesayîtên dibin sedema karesatên mezin bê ka tên mauyenekirin yan na. Ev hemû sedemên li ber çavan ên karesatê ne. Kes vê yekê înkar nake û nikare bike jî."

-  Roja bûyerê Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Dêrikê têkildarî bûyerê biryara qedexeya weşanê daye. Hûn çi vedişêrin? Li vir tesîsên Etî Bakirê hene. Her kes dizane tesîsên Etî Bakirê yên Cengîz Holdîngê ne. Ji Şemrexê heya Amedê rêya hesinê hat çêkirin, sirf ji bo Etî Bakir karibe karê xwe yê veguhastinê bi rihetî bike. Ji bo hîn bêtir qezenc bike. Li ser rêya Mêrdîn-Amedê qûleyên ewlehiyê hene. Piraniya van ji bo ewlehiya TIR'ên Cengîz Holldîngê hatine çêkirin. Îhaleya van kûleyan jî dane Cengîz Holdîngê. Hatiye daxuyandin ku tu eleqeya Cengîz Holdîngê di vê bûyerê de tune ye. Bi vê dixwazin xwe jê safî bikin. Eynî wekî daxuyaniya Wezîê Karên Navxweyî ya li vir da. Rûyê li ber çavan ê karesatê ev e. Di bingehê vê de ferasetek heye. Detshilateke heye ku ewlehiya gel ne di xema wê de ye. Tenê ketine xema ewleyiya xwe û feraseta xwe. Gava behsa ewleyiyê tê kirin, tenê ewleyiya sermayeyê û ya alîgirên wan tê bîra wan.

EV WEKÎ BÛYERA ’DUŞEMA SOR’ E

- Yekûna van bûyeran hemûyan nahêle ku em ji vê bûyerê re bibêjin qezayek hêsan. Ev ne qezayek hêsan e. Ev bûyereke ‘Duşema Sor’ e. Li ber çavan qewimiye. Ger ev tedbîr hemû bihatana girtin, îro li Dêrikê 21 kesî jiyana xwe ji dest nedida. Belê, encamên nekontrolkirin, polîtîkayên ji bo bidestxistina her cure qezencên zêde tên meşandin û ev ferasetên ku li bajarên kurdan ewlehiya gel û jiyana gel bi tu tiştî nahesibînin, li holê ne. Sedema bûyerê ne du kamyon an jî du TIR in. Sedema vê sedemeke ferasetê ye." 

 - Em her li cem gelê xwe ne. Ji bo eşkerekirina berpirsan û hesabdayînê emê bixebitin û bitêkoşin. 

Ji MA'yê hatiye girtin 


**

Hin nûçeyên eleqedar:

- Dadgehê Dêrik nîşanî me da 

- Li Mêrdînê TIR'eke sêyemîn jî hebû 

- TMMOB: Li Dêrikê gelek îhmal hene  

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rojnamegerên girtî bê rojnameyan jî dihêlin

ad

Ji bo Ûkraynayê 9.1 mîlyar dolar pere kom kirin

ad

Piştî 6 salan 'Melek' dîsa hatin

ad

Rojên Pirtûkên Kurdî didome

ad

AKP dixwaze şaredariyên kurd bê bandor bike

ad

Serokê Pêşbaziya Gûzeka Zêrîn diyar bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname