Diyarname
Pirtûka lêkolînvan Rohat Alakom a bi navê "Xoybûn Orgutu ve Agri Ayaklanmasi" (Rêxistina Xoybûnê û Serhildana Agirî) çapa xwe ya nû kir.
Çapa nû û firehkirî a pirtûka Rohat Alakom ji Weşanên Avestayê derket. Alakom di lêkolîna xwe ya ku bi fotoyên balkêş hatiye xemilandin, yek ji organîzasyonên herî girîng ê neteweperweriya kurdî a modern ji gelek aliyan ve dide naskirin. Serhildana Agirî ku bi pêşengiya Xoybûnê di 1927'an de dest pê kiribû û heta 1932'yan dom kiribû yek ji mijarên din a kitêbê ye. Şexsiyetên girîng ên serhildanê Îhsan Nûrî Paşa, Ferzende, Biroyê Heskê Têlî û Xalis Beg bi awayekî berfireh di kitêbê de cih girtine.
Xoybûn Orgutu ve Agri Ayaklanmasi / Rohat Alakom / 216 rûpel


