Diyarname
"Mim Mesle Madar" (Wekî diya min) navê fîlmekî ye. Di şerê Îran-Iraqê de dayikek ku di bin bandora çekê kîmyewî de dimîne bi seqetiyê zarokek tîne dinyayê, bavê zarok wî naxwaze. Fîlm têkoşîna dayikê nîşan dide.
Di serlîstikvaniyê de lîstikvana delal a îranî Golshifte Farahani (di fîlmê 'Nîvê Heyvê' yê Behmen Qubadî de jî lîstibû) heye û derhênerê fîlm Rasul Mola Gholipour e.
Fîlmekî serketî û muzîkek serketî. Ji bo sînemahezan mizgînî: Fîlm 19'ê vê mehê li "Eminonu Halk Egitim Merkezi" ya Eminonuya Stenbolê saet 15.30 de tê nîşandayîn (Di çarçoveya 3'yemîn Festîvala Mîstîk de).
Û ji bo muzîkhezan jî em vê strana ji fîlm hildibijêrin, wekî klîba hefteyê pêşkêş dikin.
Fermo:


