Diyarname
Weqfa Îsmail Beşikçi ji bo payîza 2022’yan carek din xebatên akademiyê dan dest pê kirin. Yên bixwazin beşdar bibin divê serîlêana xwe bikin.
Akademiya vê payîzê di bin kordînatoriya Şehmus Kurt de bi sernavê “Perwerde û hînkirina kurdî: Rê û rêbazên zimanhînkirinê” li dar dikeve.
Di sala 2009’an de li Zanîngeha Mardin Artûklûyê, Enstîtûya Zimanên Zindî hatiye damezirandin û di bin banê vê enstîtûyê de Beşa Ziman û Çanda Kurdî hatiye vekirin. Piştre li 5 zanîngehên cuda bi heman navî bernameyên lîsansa bilind vebûn û heta niha ji van bernameyan çi ji beşa lîsansa bêtez û çi jî ji lîsansa bilind a bitez nêzî du hezar namzedên mamostetiya kurdî derketine. Her wiha di serî de ji Zanîngeha Mardin Artûklûyê û li sê zanîngehan nêzî 250 kesan ji beşa lîsansê ya Ziman û Wêjeya Kurdî derçûne.
Niha di vî warî de Weqfa Beşîkçî di vî warî de gavek diavêje. Bernameya ‘Akademîya İsmail Beşikci-Payîz 2022 - Perwerde û Hînkirina Kurdî: Rê û Rêbazên Zimanhînkirinê’ ye ku xîtabî endamên mamostetiya kurdî dike ku ji lîsans û lîsansa bilind derçûne û her wiha xîtabî kesên ku fêrkirina kurdî ji xwe re kirin kar û armanc. Ji ber vê yekê jî armanca bernameyê ew e ku ji teoriyê bêhtir pratîkê derxe pêş.
Di vê akademiya ku zimanê wê kurdî (kurmancî) ye de Haydar Diljen, Cemîl Guneş, Resul Geyik, Şehmus Kurt, Kenan Subaşi û Tahirhan Aydin dê dersan bidin. Akademî online li dar dikeve û yên bixwazin divê heta 28’ê vê mehê navê xwe qeyr bikin.
Ji bo serîlêdanê:
- ‘Akademîya İsmail Beşikci-Payîz 2022


