Diyarname
6’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ku li Qamişloyê li dar dikeve didome. Pêşangeh heta 29’ê mehê li dar e.
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol roja 22’yê mehê bi merasimek deriyên xwe vekirin. Di pêşangehê de zêdetirî 50 weşanxane, pirtûkxane, saziyên çandê, navendên lêkolînan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şam, Heleb, Lazîqiyê, Iraqê û ji Başûr û Bakurê Kurdistanê, Misir, Tirkiyê, Belçîka û Ewropayê cih digirin.
Pêşangeha ku her roj serê sibê saet 10’an deriyên xwe vedike, heta êvarê saet 20.00’an didome. Heta 29’ê mehê ligel pêşkêşkirina pirtûkên bi kurdî, erebî û zimanên din, çalakiyên wekî panel û îmzekirina pirtûkan jî didome. Li aliyê din her êvarê hunermend konsertek biçûk jî pêşkêşî mêvanan dikin.


