Diyarname
Fûara Pirtûkan a Îzmîrê roja 28’ê mehê dest pê kir û heta 6’ê meha pêşiya me dê bidome. Di fûarê de 3 weşanxaneyên kurdan stand vekirine.
Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û SNS Fûarcilik bi hev re fûara pirtûkan li dar dixe. Mêvanê Rûmetê yê Fûarê îsal Nedim Gursel e. Li ser wî dê hin çalakî li dar bikevin.
Di fûarê de gelek weşanxane û saziyên sivîl standan vedikin. Di nav wan de 3 weşanxaneyên ku bi kurdî pirtûkan çap dikin jî hene. Weşanxaneya Nûbihar, Weşnxaneya Dara û Weşanxaneya Sor bi pirtûkên xwe di fûarê de cih digirin.


