Diyarname
26’emîn Festîvala Şanoyê ya Stenbolê deriyên xwe ji bo mehek vekirin û heta mehek ji gelek welatên dinyayê lîstikên şanoyê têne pêşkêş kirin.
Festîvala Şanoyê ya Stenbolê ji aliyê ÎKSV’ê (Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê) ve tê bi rê ve birin. Festîvala ku 25’ê mehê bi lîstika “Kibarlik Budalasi Remix"ê (derhêner M.Caner Alper, Mehmet Binay) deriyên xwe vekirin heta 25’ê meha sermawezê dê bidome.
Kuratorê festîvalê yê îsal Işik Kapapoglu ye û festîval bi diruşma “Tiyatro Li Cihê Xwe Ye” li dar dikeve.
Koreografê navdar Akram Khan bi lîstika xwe “Pirtûka Daristanê” dibe mêvanê festîvalê. Lîstika “Dîwar” ku Zulfu Lîvanelî nivîsandiye û Bilge Emin bi rê ve biriye, dîsa lîstika Korhan Başaran “Dido” lîstikek din e ku derdikeve pêşberî temaşevanan.
Alî Poyrazoglu bi “Habanera Makami”, Selçuk Yontem û Ece Dagistan Say bi “ÎLyada” mêvanên festîvalê ne.
2 LÎSTIKÊN JI SHAKESPEARE
Komedyen, lîstikvan û pêşkêşvan Okan Bayulgen jî bi lîstika “Richard” li festîvalê derdikeve pêşberî şanohezan. Bayulgen ji lîstikva Shakespeare Richardê 3’yemîn ev lîstik lêaniye û ligel gelek lîstikvanên din ew jî têde dilîze.
Li aliyê din Kerem Kurdoglu jî ji teksta Shakespeare ya Richarda 3’yemîn lîstikek bi navê “Richardê 3’yemîn: Te çima wisa kir” amade kiriye û pêşkêş dike
4 LÎSTIKÊN MOLIERE
Ji bo 400 saliya rojbûna Moliere 4 lîstikan di nav bernameyê de cih girtine. Lîstik bi sernavê “Maratona Moliere” têne pêşkêş kirin û di vê çarçoveyê de “Nexweşê Nexweşiyê” (Derhêner Claude Stratz), “Ehmeqê Kûbariyê” (Derhêner Valerie Lesort, Christian Hecq) û “Tartuffe” (Derhêner Ivo van Hove) ji derveyî Tirkiyeyê hatine Stenbolê. Li aliyê din dîsa lîstika Moliete “Tartuffe yan jî Dirûtî” jî tê lîstin ku derhêneriya vê lîstikê Yigit Sertdemir kiriye.
Ji bo agahiyên zêdetir
tiyatro.iksv.org/tr/program


