logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Fîlmên kurdan dibin mêvanên 'IF İstanbul'ê

Festîvala Fîlmên Serbixwe If İstanbul îsal jî gelek fîlmên kurdî derdixe pêşberî temaşevanan

  • Dîrok: 27/01/2012
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Festîvala Fîlmên Serbixwe If İstanbul îsal 11'emîn car deriyên xwe ji bo mêvanên sînemayê vedike. Di IF İstanbulê de îsal jî gelek fîlmên kurdî hene.

11'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî IF İstanbul îsal di navbera 16-26'ê reşemiyê de li dar dikeve. Festîval paşê di navbera 1-4 adarê de li Enqereyê, di navbera 2-4'ê adarê de jî li Îzmîrê derdikeve pêşberî temaşevanan.

IF İstanbul ku ji gelek welatan, gelek fîlmên cur bi cur radigihîne temaşevanên sînemayê, ev çend salên dawî ne fîlmên kurdan jî nîşan dide. Îsal jî gelek fîlmên kurdan di festîvalê de têne nîşandayîn. Beşa bi navê "Ev" (Mal) îsal ji bo fîlmên kurdan hatine veqetandin û di vir de hin fîlm û belgefîlm derdikevin pêşberî temaşevanan.

Fîlmên kurdan di "Mal"ê de ne

Ji ser çima navê "Mal" dîroktorên festîvalê wisa dibêjin: "Sê sal berê me fîlmên kurdan di bin beşa 'Pêşîlêvekirin' de nîşan dabûn. Sala dûre me navê 'Domkirina Pêşîlêvekirin' lê kir. Ji wê rojê heta niha tiştê herî zêde tê nîqaştkirin 'veger' e. Hinan dawetî 'vegera welat' kir, hin ji bo xwe biparêzin ev welat, mala xwe welatê xwe terk kirin. Gelekên ku nikarin vegerin hene. Lê mal girîng e. Ji ber vê yekê me navê vê beşê kir 'mal'."
Di vê beşê de Dîrektorê Festîvala Fîlmên Kurdan a Londonê Mustafa Gundogdu alîkariya amadekarên festîvalê kirine.
Di festîvalê de ji Tirkiye û ji welatên din ên dinyayê gelek fîlm û belgefîlmên balkêş hene lê di vê nivîsê de emê balê bikişînin ser fîlmên kurdî û yên kurdan.

Hin fîlmên kurdî

Vane hin fîlmên kurdan û hin ên bi kurdî ku di festîvalê de têne nîşandayîn:

Li ser şopa Bedîayê
Derhêner: Kudret Guneş
Fransa - 2011 - 63 deqe, Tirkî, Fransizî

Bedîa ku gelek caran di girtîgehê de maye qala çîroka rojiyên mirinê ku bi mirinan bi encam bû dike.

Hemû dayikên min
Derhêner: Îbrahîm Sedî,
2009 - 60' deqe, bi kurdî

Li Kerkûkê ew birin civînekê û qet venegeriyan. 24 sal in winda ne lê di bin dîktatoriya Sedam de dîroka şîdet, êş, şer ji bo kurdan kevntir e. Di vê belgefîlmî de bi çavê jinan şer û winda derdikevin pêş ekranê.


Li Vir
DerHêner: Heco Çeko
2011 - 72 deqe, bi kurdî - îngilîzî

Musa û Dîngîl Huseyîn du heval in ku ev demek dirêj in li Îngilistanê dijîn. Piştî ji wir tên qewirandin û wan dişînin Fransayê, ew bi awayê qaçaxî vedigerin Îngilistanê. Her çiqas dixwazin bi zewaceke sexte mafê rûniştinê bi dest bixin jî rewş li gorî daxwaza wan çênabe.


Gerîlayê Zarok
Derhêner: Zanyar Ademî
2011, 58deqe, bi swîsrî û kirdî

Travmaya şer bandorê li yên ku beşdarî şer bûne nake, bandorê li yên ku li dû wan tê dike. Li vê derê gerîla û kurê wî dikevin nav ezûmeneke giran. Derhêner Ademî dixwaze travmayên bavê xwe ku li başûrê Kurdistanê gerîla bû derxe pêş ekranê.


Peyarê
Derhêner: Binevşa Bêrîvan
2011, 17 deqe, bi kurdî

Fîlm çîroka penaberê kurd Memo ku li Brukselê, li qata herî jêrîn a li avahiyê tevî jin û zarokên xwe dijî nîşan dide. Ew li Belçîkayê ji bo dersînor neyê kirin li wê xaniya herî jêrîn de dijî û li kesên ku tên û diçin mêze dike.


Evcilik / Lîstikva Zewacê
Derhêner Elmas Bingol
2012, 56 deqe, tirkî - kurdî

Li Tirkiyeyê ji her du zewicandinê ku hatine kiri yek jê di temenê ku hê zarok tê hesibandin de tê kirin. Ji nav van ên ku her diçe întîxarê dikin zêde dibin.
Derhêner Bingol Elmas di vî fîlmê xwe de balê dikişîne ser qelen, zewacên bi vî rengî û mijarên pêre eleqedar.


Saîrê Dêrsimî: Silo Qiz
Derhêner Bulent Boral
2011, 38 deqe, Kurdî

Di vî belgefîlmî de çîroka hostayê gotin û kemanê, çîroka Bilo Qiz tê ser ziman.

Hin kurtefîlm bi kurdî

Di beşa "IF Kisalar" (IF Kurte) de jî çend kurtefîlm û belgefîlmên kurdî têne nîşandayîn. Vane hin ji wan:

- Yuva / Hêlîn
2012, 52 deqe
Derhêner Ebubekir Çetinkaya

Hêlîn, bi gotineke din mal... Fikir ew e ku ev der cihê herî bi aram a malbatê lê li hin hêlînan tacîz û tecawiz jî hene ku belgefîlm qala vê yekê dike.


- Ali Ata Bak
Derhêner Orhan İnce
2012, 12 deqe

Ali demek dirêj e xalê xwe nedîtiye. Bi hatina xal a mala wan re sohbet dest pê dike, pêre jî çend peyvên ku zarokan bi wê mesûmbûna xwe hîn bûne rewşa trajîkomîk a pergala perwerdehiyê dertê holê.


- Bajar
2011, 15 deqe
Derhêner Ali Kemal Çinar

Derhêner kameraya xwe girtiye, li her derê bajêr digere û ji jiyana mirovan anekdotan pêşkêş dike. Her tişt asan xuya dike lê ji nişke ve bi teqîta dengê balafirê re êş derdikevin holê.


- Toros Canavari
Derhêner Yavuz Firat
2011, 8 deqe
Di salên 1990'an de gelek kuştinên kiryar nediyar çêbûn. Ew kesên hatin revandin û hatin kuştin jî piranî bi erebeyê bi markeya "Toros"ê pêk hatin. Di kurtefîlmê "Toros Canavari" de derhêner balê dikişîne ser wan salan.


- Xewna Yûsiv
Derhêner Ferit Karahan
2011, 14 deqe

Bêdengiya li hemberî bûyerên ku li der û dora me pêk tên rojekê dibe ku bibe sedema kabûseke ji bo mirov. Ji bo ku her kes jê sûde bigire fîlm vê yekê di şexsê Yûsiv de nîşan dide.

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

news
  • 18 04 2026

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

news
  • 17 04 2026

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

news
  • 17 04 2026

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

news
  • 17 04 2026

260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

news
  • 11 04 2026

Dawiya hefteyê hin çalakî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ev nûçe me tevan eleqedar dike!

ad

Vane rêveberên nû yên HDP'ê

ad

Serokê CHP'ê Ozel: Ev tunehesibandina vîna gelê Wanê ye

ad

Dîmenên li ser sînorê Rojhilat

ad

Demirtaş: Feraseta AKP, CHP û DAIŞ'ê yek e

ad

Ji Mûsa Şanak 3 helbest

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname