Diyarname
485 zarok, 485 Gandhi. Xelk bi vî rengî li pêşengên xwe xwedî derdikevin.
Di 64'emîn salvegera mirina rêberê tevgera serxwebûna Hindistanê Mahatma Gahdhi bi çalakiyên cur bi cur hat bibîranîn. Yek ji van çalakiyan li bajarê Kalkutayê li dar ket. Li vî bajarî tam 485 zarok kincên wekî Gandhi li
xwe kirin, berçavik dan ber çavên xwe, porên xew kur kirin û bal kişandin ser "berxwedana pasîf û xwe ji dûr girtina ji şîdetê."
Bi vê tevgerê wan rêberê xwe bibîr anîn û di heman demê de bi vê çalakiyê ketin nav pirtûka rekoran Guinnessê.
Mahatma Gandhi di jiyana xwe her her bi çalakiyên pasîf, çalakiyên bê şîdet têkoşîn da. Gandhi di vê têkoşîna xwe de bi ser ket û Hindistanê serxwebûna xwe bi dest xist. Piştî serxwebûna Hindistanê bi salekê di sala 1948'an de Gandhi ji aliyê hîndiyekî radîkal ve hat kuştin.
Gandhi hê jî li dinyayê wekî rêberê teoriya berxewdana pasîf tê hesibandin.



