Diyarname
28’ê berfanbara 2011’an de li Roboskiyê 34 gundiyên kurd bi bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirkiyeyê hatin kuştin. Derhêner Selîm Yildiz li ser vê bûyerê belgefîlmekî bi navê “Bîra Mi’ Têtin” kişand. Belgefîlmê ku di sala 2016’an de hat kişandin, heta niha beşdarî gelek festîvalan bû. Niha belgefîlm li benda temaşevanan e.
Derhêner Selîm Yildiz ragihand ku di salvegera komkujiyê de ji bo bîranîna wan yên bixwazin dikarin bi ser vimeoyê re bê pere li belgefîlmî temaşe bikin.
Heta 29’ê mehê yên bixwazin dikarin li belgefîlm temaşe bikin.
Va ye lînk:


