Diyarname
42’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê endamên juriya Pêşbaziya Kurtefîlman a Neteweyî eşkere kir.
Festîvala Fîlman a Stenbolê ji aliyê ÎKSV’ê ve tê li darxistin. Festîvalê niha endamê juriya Pêşbaziya Kurtefîlman eşkere kir. Derhêner Volkan Guney Eker, derhêner û hunermendê xêzeromanan Yorgos Goussis û fotografkêş û derhêner Aylîn Kizil di nav juriyê de cih girtine. Jurê dê kurtefîlmê serketî diyar bikin. Di vê beşê de kurtefîlmê ku bi ser bikeve ji aliyê Anadolu Efesê ve bi 20 hezar TL’yî bê xelatkirin.
Li aliyê din heta 20’ê vê mehê yên bixwazin dikarin fîlm, belgefîlm û kurtefîlmên xwe ji bo amadekarên festîvalê bişînin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Festîvala Stenbolê li benda fîlman e



