Diyarname
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi vîdeoyeke banga çekberdanê nû kir. Ocalan got, "Li gor asta em hatine, pêdivî pê heye bi gavên nû derbasî gavek din bibin. Ez ne bi çek, bi hêza siyaset û aştiya civakî bawer im. Û ez bang li we dikim ku vê rêgezê bînin cih."
Peyama Ocalan a bi dîmen ji aliyê ANF'ê (Ajansa Nûçeyan a Firatê) ve hat belavkirin. Di dîmenê de girtiyên din ên li Îmraliyê jî li cem Ocalan bûn.
Di peyamê de Ocalan dibêjen ew Banga Aştî û Civaka Demokratik ku roja 27'ê reşemiya 2025'an kiribû, didomîne. Ew ji tevgera xwe re dibêje bi 12'yemîn kongreyê we bersiveke rast û pozîtîf a dîrokî daye û di kêliya nû de pêdivî bi gavên nû heye.
Ocalanî gotiye: "Siyaset valahiyê qebûl nake. Valahî bi bernameya stratejiya Aştî û Civaka demokratîk û bi taktîkek hiquqî ya giştî gere bê dagirtin. Em ji pêvajoyeke dîrokî û ji bo qeder diyarkirinê re derbas dibin. Bi dixwazî destjêberdana çekan û li Meclisa Tirkiyeyê avakirina komîsyona bi raye û bi zagon bê sazkirin girîng e. Bêyî bikevin nava gotinên wekî pêşî tu-ezê, divê bi baldarî û bi xesasiyet gav bêne navêtin. Ez dizanim gavên bêne avêtin dê vala neçin. Ez jidilbûnê dibînim û pê bawer im."
Ocalan ji bo tevgera xwe gotiye ku ew bi çar çavî li benda rexne û pêşniyarên wan e û wisa domandiye; "Di asta welat, herêm, gerdûnî de ev nîqaş dê me Hêzên Modernîteya Demokratîk bigihînin asteke nû ya terokîk, stratejîk û taktîk; ji niha de ez bawerim em di nav amadehî de û em bi dilxwaz û bi coş in."
Li aliyê din Ocalanî li ser rewşa xwe jî wisa gotiye, "Ez tu demê wekî pirsgirêkeke şexsî li azadiya xwe nenêrîme. Bi awayekî felsefî azadiya kesî ji civakê nayê qutkirin. Kes çiqasî azad bibe civak, civak çiqasî azad bibe kes jî di wê astê de azad dibe."
***
Vîdeoyek:


