Stenbol
Rojnameya Alternatîf ku di 19'ê gulanê de dest bi weşanê kiribû, cezaya rawestandina weşanê lê birîn.
Gerînendeyê Giştiyê rojnameyê Ragip Zarakolu, diyar kir ku rojnameya wan bi hincetên ji rêzê ku tên zanîn hatiye girtin û wiha got: "Girtina rojnameya me, nîşan dide ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê di bin xeterek cidî de ye."
Heta niha gelek rojnameyê kurdan ceza li wan hate birîn. Vê carê rojnameya Alternatîf ji vê para xwe girt. Alternatîf di 19'ê gulanê de wekî rojnameya rojane dest bi weşana xwe kir. Îro 10'emên Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bi îdîaya di hejmarên 24-25'ê gulanê de "propagandaya PKK'ê hatiye kirin" û "Belavok û daxuyaniyên rêxistinê weşandine" meheke cezaya rawestandina weşanê da rojnameyê.
Gerînendeyê Giştî yê Rojnameyê Ragip Zarakolu li ser vê cezayê wisa got: "Girtina rojnameya me, nîşan dide ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê di bin xeterek cidî de ye. Ev biryara neheq divê demek ji ya din zûtir bê rakirin. Emê li hemberî biryarê îtiraz bikin."


