Diyarname
Ji xwarinên ku Serokê Afrîkaya Başûr ê berê Nelson Mandela jêz hez dikir pirtûkek hat amadekirin.
Nelson Mandela li Afrîkaya Başûr li hemberî nijadperestiyê têkoşîn da û wekî yekem kesê reşik bû Serokê Afrîkaya Başûr. Mandela vê carê ne bi têkoşîna xwe, bi tehma devê xwe di rojevê de ye. Ji xwarinên ku Mandela ji wan hez dikir pirtûkek hat amadekirin.
Pirtûk j aliyê aşpêja wî Ukutya Kwasekhaya ve hatiye amadekirin, di pirtûkên de ew xwarin û tehrîfkirina wan hatiye bicihkirin.
Pirtûka ku bi navê "Tastes from Nelson Mandela's Kitchen" (Tehmên ji Kîlera Nelson Mandela) par hatibû amadekirin derket piyaseyê. Ukutya Kwasekhaya ji sala 1992'yan ve di kîlera Mandela de dixebite û jêre xwarinan çêdike.


