Dilşa Yûsûf / Swêd
Kovara fermî ya PEN'a Swêdî (PEN/OPP) di hejmara xwe ya 16'an, sibata/reşemiya 2023'yan de dosyayek taybet li ser edebiyata kurdî weşand.
Kovar bi sê zimanan weşana xwe dike: îngilîzî, swêdî û zimanê orîgînal yên ku tekst pê hatine nivîsîn û li zêdetirî 150 welatan tê xwendin.
Dosyaya taybet ku li ser edebiyata kurdî ye, wê wekî xelekan çend hefteyan li dû hev bê weşandin.
Di xeleka yekemîn de gotareke nivîskar û Serokê PEN'a Navneteweyî Burhan Sonmez bi sernivîsa "Parastina zimanekî parastina hemû zimanan e" hatiye weşandin.
Her wiha gotarek bi sernivîsa "Rola sirgûnê li ser pêşketina edebiyata kurdî ya modern" hatiye weşandin ku ji hêla nivîskar Firat Cewerî ve hatiye nivîsandin.
Di vê xelekê de her wiha du helbestên nivîskar Dilşa Yûsûf jî bi sernavên "Bakurê Dil" û "Cemserê Din" hatine weşandin.
Di vê hejmara taybet ya kovarê de wê li dor 14 babetên cur bi cur wekî gotar, helbest û çîrok yên kurdî bêne weşandin.
Firat Cewerî ku bi erkê berpirsiyariya vê hejmara taybet rabûye û bi insyatîfa wî ev xebat dest pê kiriye di vê derbarê de wiha dibêje:
"Kovara PEN'a Swêdî HAWAR bingeh girtiye û ev hejmara kovara xwe ji ziman û edebiyata kurdî re veqetandiye. Derza ku li dilê me ketiye xedar be jî em ê bi vê hejmarê çîroka xwe û zilma ku li me û li zimanê me bûye bi 3 zimanan bigihînin dinyayê."
Hêjayî gotinê ye ku kovara PEN/OPP ya PEN'a Swêdî, di sala 2011'an de dest bi weşana xwe kiriye. Duruşma wê ya sereke ev e: "Azadiya derbirînê, edebiyat û kulturê".
Ev kovar platformeke azad e ji bo hemû nivîskar û rojnamegerên ku nikarin bi azadî li welatên xwe ramanên xwe biweşînin.
Heta niha têkstên 320 nivîskaran ji 55 welatan weşandiye û li 150 welatan tê xwendin.
Têbînê: Yên bixwazin dikarin li ser van linkan her 3 babetan xeleka yekemîn bişopînin.


