Diyarname
Dadgeha Tahkîmê ya Navneteweyî ku navenda wê li Parîsa Fransayê ye, ji ber petrola li Kurdistana Federe 1.4 mîlyar dolar cezayê pere li Tirkiyeyê birî bû. Dûre jî herikîna petrolê dabû rawestandin. Niha Tirkiye dixwaze ji bo çalakkirina boriyên petrolê bazarê bike.
Piştî ku dadgehê ceza li Tirkiye birî û petrol da rawestandin Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe û hikumeta navendî ya Iraqê li ser petrolê bi hev re peyman girê dabû. Êdî petrol bi destê hikumeta navendî ya Iraqê dê bê belavkirin. Li gor nûçeya Bloombergê rayedarek ji Tirkiyeyê gotiye ku ji bo herikîna petrolê Tirkiye dixwaze bazariyeke nû bike.
Çavkanî naveroka bazarê eşkere nekiriye, ne gotiye Tirkiye dixwaze tazmînat dakeve, yan asta dayyîna deynana bê biguherandin. Lê rayedarek ji bo Reutersê gotiye ku ev boruya ku rojane 400 hezar varîl petrol lê îxraç dibe berî ku carek din çalak bibe divê ev doz çareser bibe.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Hewlêr û Bexdayê ji bo petrolê peyman girê da


