Diyarname
Bi armanca Roja Zimanê Zikmakî paneleke li ser "Ferhengên Kurdî" tê lidar xistin.
Roja 26'ê vê mehê li Kitêbxaneya Kurdî ya li Stockholmê paneleke li ser ferhengên bi kurdî tê lidarxistin. Panela ku bi diruşma "Zimanê dayikê di ferhengan de jî tê parastin" hatiye organîzekirin, nivîskar Malmîsanij, Reşo Zîlan û Golbar Emîn dê wekî axifger beşdar bibin û li ser ferhengên kurdî biaxivin. Di panelê de ewê li ser ferhengên kirmanckî, kurmancî û soranî, ji aliyê naverok, qelîte, pirsgirêk û mijarên din ên girêdayî ferhengan ve bisekinin.
Ji bo kesên eleqedar:
Dîrok: 26.02.2012
Saet: 13.00 - 15.00
Cih: Kitêbxaneya Kurdî


