Culemerg
Diya mebûsê BDP'ê yê Culemêrgê Adil Kurt, Naem Kurt ku li Dihokê dijiya jiyana xwe ji dest da. Cenazeya Neam Kurt ji Dihokê girtin û anîn li Culemêrgê defin kirin.
Cenazeya Neam Kurt li Goristana Taxa Gazî hate definkirin.
Wekîlê Şaredarê Culemêrgê Ahmet Taş, Serokê BDP'a Culemêrgê M. Siddik Yildirim û gelek kesên din beşdarî definkirinê bû. Mebûsê BDP'ê Adil Kurt sipasiya her kesên ku beşdarî definkirin û şînê bûne kir.
Em jî li ser navê Diyarname hêvî dikin ku dê cihê Neam Kurt bihuşt be û ji mebûsê BDP'ê Kurt û malbata wî re bêhrfirehiyê daxwaz dikin.


