Amed
Li Amedê bi navê "Li hemberî qirkirina jinan bêdeng nemîne" pêşangeha pirtûkên jinan vebû.
Wekîla Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Hafize Îpek, Seroka Meclisa Giştî ya Bajarên Emel Sumbul, Endama Meclisa Şaredariyê Raziye Taşkiran, Seroka Daîreya Xizmetên Civakî Muazzez Onuk Ozder, Midûra Beşa Jin û Malbatê Ayten Tekeç, Ji Jinxaneya Kardelenê Rezan Zugurli, Sekreterê Giştî yê Yerel Gundem21'ê Metin Kilavuz û hinek jinên din beşdarî vekirina pêşangehê bûn.
Di çarçoveya pêşangehê de Toplum Gonullulerî bi navê "Mêr rewşek îstîsnaî ne" pêşangeheke wêneyan vekir.
Di nav pirtûkên pêşangeha jinan de pirtûkên Weşanên Pêrî û Weşanêr Pencereyê, kovarên jinan û hin pirtûkên din ên li ser jinan hene. Pêşangeh heta 23'yê adarê li Sumerparkê vekirî ye. Hate gotin ku li Qada Hevpar a Sumerparkê dê pirtûkxaneyeke li ser jinan bê vekirin.
Wekî nota Diyarnameyê: Pêşangeha Pirtûkên Jinan wekî xebateke nû û girîng hate vekirin lê di pêşangehê de nînbûna pirtûkên jinên kurd ên bi kurdî wekî kêmasiyeke xwe nîşan da.



