Diyarname
Pitûkek lêkolînî, yek jî roman, ji du weşanxaneyan du pirtûkên nû derketin. "Qirkirina Qebîleya Basîyan" ji Weşanên Na, romana "Jînevîn" jî ji Weşanên Kîl derketiye.
'QIRKIRINA QEBÎLEYA BASÎYAN'
Pirtûka "14'ê Gulana 1916'an Qirkirina Qebîleya Basîyan" ji aliyê Dawid Murad Xetarî ve hatiye nivîsandin û xwendevanan dibe wê roja komkujiyê.
Pirtûk radigihîne ku êl û eşîra Basîyan li devera Sêrtê diman. Di 14'ê gulana 1916'an de ji dewleta Osmanî ve li hemberî ve komkujiyek çêbû û bi vê de hejmara êşîrê kêm Bû, erdnîgariya biçûk bû. Li gor agahiyên pirtûkê ji eşîrê tenê 30 kes difilitin û 5 kes ji wan jî, ji ber tîbûn û birçîbûnê canê xwe ji dest didin. Tê gotin ku hejmara kesên hatine kuştin 380 ye.
Pirtûka Xetarî agahiyên berfireh li ser vê komkujiyê pêşkêş dike.
‘JÎNEVÎN”
“Jînevîn” navê romana nivîskar Zagros Zerdeşt Loristanî ye. Roman ji Weşanên Kîl derketiye. Loristanî di romnê de ligel berxwedanê qêrîn û feryada civateke qedîm bilind dibe. Komek Zerdeştî û Êzîdî dixwazin hikmê bêdengiya jiyanê bişkênin, çerxa felekê perçe bikin, ew hest û ramanên hezkirina jiyanê bidin xuyakirin.
Roman di hest û ramanên du evîndaran de dinya, civat û hevjina ku xeyal dikin, têkilî û parvekirinên di nav civatê de, reha berxwedanê û xiyanetê, têkiliyên di nav zayendan de radixe ber çavan. Du evîndar dixwazin pênaseya evîn û civata xwe bikin. Şikestandina forma jiyanek di asta biyolojîk de bi hişmendiyek nûjen ve perspektifekî pêş dixin. Kesayetek an jî civatek ku nikaribin pênaseya hebûna xwe bikin, nikarin behsa evîn, evîndarî û jiyanek azad bikin.
Zagros Zerdeşt Loristanî di 27'ê avrêla 1971'ê de li Dêrik a Çiyayê Mazî tê dinê, di sala 2002'an de tê girtin û cezayê muebetê dixwe. Ew niha di Zindana Bandirma ya Balikesîrê de ye.
- Qirkirina Qebîleya Basîyan / Dawid Murad Xetarî / Weşanên Na / 200 rûpel / 2023
- Jînevîn / Zagros Zerdeşt Loristanî / Weşanên Kîl /Roman / 218 rûpel / 2023


