Diyarname
Jerry Springer xwedî gelek nasnameyan bû, lê herî zêde bi bernameya Talk Showê li dinyayê navdar bûbû. Ew efsane duh mir.
Jerry Springer di sala 1944'an de li Londona Îngilistanê hatiye dinê. Di dema Şerê Cîhanê ye Duyemîn de malbata wî ji bûyera Holokostê reviyabû û ew wê demê wekî malbateke penaber li Londonê hat dinê.
Ew parêzer, weşanger, rojnameger, lîstikvan û sazkar bû. Springer di dema kampanyaya hilbijartinê ya Serokdewletê DYA'yê Roberet F. Kennedy de ji bo wî şêwirmendî kir. Piştî sûîkasta li hemberi Kenndy di kompaniya Frost & Jacobs de parêzerî kir. Demek bi siyasetê re jî eleqedar bû.
Springer di sala 1991'ê de dest bi talk showa bi navê "The Jerry Springer Show" kir û bi vê li dinyayê navdar bû. Ev bernameya zêdetir showa polîtîk bû tam 27 salan berdewam kir.
Piştî bi dawîkirina talk showê wî di rêzefîlmê "Dadger Jerry" de rol girt. Ev rêzefîlm sê serdem dom kir.


