Amed
Barîkata polîsan jî têr nekir, bi sed hezaran kes herikî qada Newrozê û Newroza xwe pîroz kir.
Vana notên ji Amedê:
- Ji serê sibê de polîsan barîkat danîn lê hejmara kesên diçûn Newrozê her ku çû zêde bû û barîkat fêde nekirin. Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş û mebûsên BDP'ê çûn qadê û Newroz pîroz kirin.
- Li Bgğlar, Kuruçeşme, Balikçilar Başi, Cihê Ketina Hala Nû, Nexweşxaneya Dogumevi, li dora avahiya BDP'ê bajêr û li gelek cihên din barîkat saz kirin ku nehiştin gel here. Digel gazên çavsotîner û av avêtina gel jî gel ber bi qadê ve herikî, barîkat têk birin.
- Ji qada Goristana Yenikoy gel bi rêzê derbasî qadê bû.
- Polîs mecbûr ma ji qadê vekişe.
- Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş, mebûsên BDP'ê Altan Tan, Nursel Aydogan, Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemir û rêveberên din xwestin herin qadê lê polîsan destûr neda wan. Mebûsan demek dirêj bi polîsan re nîqaş kir.
- Mebûs Tan ku bi polîsan re ket nîqaşê wisa got: "Ez mebûsê Amedê me, zilamê ne diyar e ji ku hatiye pêşî li min digire."
- Di nîqaşan de polîsan zor li mebûsan kir, lê mebûs û rêveberên din ketin milên hev û ber bi barîkatê ve çûn û tevî gel barîkat têk birin.
- Piştî berxwedaneke xurt li her derê barîkat hatin têkbirin. Li Hatboyuya Amedê jî yek ji van berxwedanan pêk hat û barîkat têk çû.
- Gelên ku ji navçeyên Qoser, Nisêbîn, Dêrik û Kerboranê dihat li ber otogarê hatin rawestandin. Panzêrên polîsan rê birîn û xwesti gel vegere lê piştî berxwedana wan rê hate vekirin.
- Di encamê de li 100 hezaran kes li qada Newrozê hat ba hev. Piştî bi 100 hezaran welatî li qada Newrozê kom bûn dest bi pîrozbahiyê kirin. Bi 100 hezaran kesan bi rêzgirtinê dest bi pîrozbahiya Newrozê kir. Gel nîşana serkeftinê bilind kirin û sirûda şoreşê xwendin. Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, parlementerên BDP'ê Altan Tan, Nursel Aydogan Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr derketin ser dikê û silav dan girseya mezin.
- Paşê Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axaftina destpêkê kir û wiha got: "Qada Newrozê qada Azadiyê ye. Gelê kurd her tim ber bi azadiyê ve diherike. Kesê ku dixwaze vîna gelê kurd bibîne bila bên qada Azadiyê temaşe bike. Em barikatên li pêş vîna gel datînin şermezar dikin. Gelê kurd û berxwedana gelê kurd dê deriyê Îmraliyê bişkîne. Gelê kurd heta tecrîdê bişkîne dê di ber xwe bide.
- Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir jî axivî û cejna gelê kurd pîroz kir.
- Piştî pîrozbahiya li qadê, bi deh hezaran kes ber bi rêxistina BDP'ê ya bajêr ve ket meşê.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Bernameya BDP’ê ya Newrozê eşkere bû
- Agahiyên dawî yên li ser Newrozê
- BDP: Em ê Newroza Stenbolê di 18’ê mehê de pîroz bikin
- Demirtaş: Emê walîtiyê ji holê rakin
- Ji bo BDP'ê qedexe, ji bo Walî serbest e!
- Ev afîşa Newrozê hat qedexekirin
- Di Newrozê de 4 daxwazên bingehîn ên kurdan
- Vaye bernameya Newroza 2012'yan


