Diyarname
Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê HDP'ê Omer Ocalan ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de li ser derxistina kovara Hawarê ya ji aliyê Celadet Alî Bedirxan hatiye sekinin, qala girîngiya rola wê ya di pêşketina ziman de hatiye kirin û wiha hatiye gotin: "Zimanê kurdî di sedsala ewil ya komarê de her û her rastî polîtîkayên qedexekirin û bişaftinê hatiye. Di salên dawîn de jî bi êrîş û qedexeyên desthilatiya AKP-MHP’ê hat xwestin ku zimanê kurdî ji holê bê rakirin. Lê belê bi tekoşîna gelê kurd a sedsale; polîtîkayên qirêj yên deshilatdaran têk çû. Bi vê têkoşîna bêhempa zimanê kurdî heta îro zindî maye û gihîştiye asteke gelek xurt. Em bawer in ku ev tekoşîna bi her alî di sedsala duyemîn a komarê de dê encaman bide û zimanê kurdî dê bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Bi hêza gelê xwe em ê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê xwe bênavber û bêwestan bidomînin û em ê teqez bi ser bikevin. Bi van hest û baweriyan em edîb û helbestvan û lêkolerên zimanê Kurdî yên di qonaxa Kovara Hawarê de ked dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Cejna Zimanê Kurdî li hemû dildar û kedkarên zimanê Kurdî û li hemû gelê Kurd pîroz dikin."
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Ji bo Cejna Zimanê Kurdî jin li kuçeyê bûn
- Ji bo Cejna Ziman panelek: 'Wêjeya kurdî û derbiderî'


