Diyarname
15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Îsal hilbijartinê bandor li gelek çalakiyan kir, lê dîsa jî hin çalakî hatin lidar xistin, hin jî dê bêne lidar xistin. Niha didu jê di nav bernameyê de ne.
WAN
Li Wanê, Baroya Wanê bi beşdariya zimanzan Zana Farqînî û nivîskar-wergêr Samî Hêzîl bernameyek li dar dixe. Alî Şapkaci dê bernameyê bi rê ve bibe.
Bername 18'ê mehê saet 18.30 de li Salona Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Wanê li dar dikeve.
HOLLANDA
Li Hollandayê jî Komîteya Beneluksê ya PEN'a Kurd "Şahiya Cejna Zimanê Kurdî" li dar dixe. Di şahiyê de Fatma Şik, Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan, Ronî Stêrk û Avesta Aydin wekî axifger dê beşdarî gotûbêjek bibin. Li aliyê din Încîl Selçûk, Kejal Nûrî û Stêr bi helbestên xwe, Zeyneba Mêrdînî, Xelîl Akinci, Talib Resûl û Şewûşen jî bi stranên xwe di şahiyê de dê cih bigirin.
Şahî 20'ê mehê, saet di navbera 13.00-19.00'an de li Mala Gel (Radarstraat 23, 2525 KC Den Haag, Nederland) li dar dikeve.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- 12 sazî: Heta kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê, em ê têkoşîna xwe bidomînin
- HDP'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
- Ji bo Cejna Zimanê Kurdî jin li kuçeyê bûn
- Ji bo Cejna Ziman panelek: 'Wêjeya kurdî û derbiderî'


