Diyarname
Li Batmanê ji bo çalakiya Newrozê Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî têde gel xwest bikeve qada Newrozê. Polîsan Ahmet Turk dehf da, û pêre jî gazên çavsotîner avêtin. Turk ji ber dehfdan û gazê jixwe çû û ew rakirin nexweşxaneyê.
Dixtoran piştî mudexeleya yekemîn li ser Turk wisa gotin: "Ji ber gazê Turk jixwe çûye. Ji ber dil tu nexweşiya Turk tune ye lê ji ber derbên ku xwariye li ser û çavê wî werimîn û morbûn heye. Rewşa wî baş e, tiştek talûke nîn e."
Batmaniyek rakirin nexweşxaneyê
Di vê navberê de batmaniyek bi navê Alaattin Okan (32) ji ber bombeya gazê li serê wî ket bi giranî birîndar bû. Okan ku rakirin nexweşxaneyê hate gotin ku xwîn tevî mejiyê wî bûye û rewşa wî giran e.
Okan rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Batmanê.


