20 Weşanxaneyên kurd ên li Bakur û Tirkiyeyê hatin ba hev û bang li dewletê kirin: Ger dewlet pirtûkên bi kurdî jî negire nav Pirtûkxaneyên Gel ji bo şermezarkirinê salekê emê weşana xwe rawestînin.
Rojên navbera 26 adar û 1'ê avrêlê Hefteya Pirtûkxaneyan e. Bajarên kurdan jî di nav de li Tirkiyeyê bi giştî 1435 heb Pirtûkxaneyên Gel hene lê di wan pirtûkxaneyan de pirtûkên bi kurdî nîn in.
Weşanxaneyên tirkî her ku pirtûkan derdixin dewlet li ser navê van Pirtûkxaneyên Gel ji wan pirtûkan dikire û weşanxaneyên tirk bi vê yekê pişta wan xurtir dibe.
Ji bo dewlet pirtûkên bi kurdî ji weşanxaneyên kurdan bikirin û bixin van pirtûkxaneyan, weşanxaneyên kurdan gelek caran ketine nava hewldanan, gelek caran bang li rayedarên dewletê kirine. Lê heta niha tu bersiveke erênî nehatiye dayîn.
Niha li dor 20 weşanxaneyên kurd (ku navenda hinan li Stenbolê yê hinan li Amedê ye) hatin ba hev, piştî nîqaşeke ku bi saetan dom kir biryar girtin û ev biryara xwe ji bo raya giştî eşkere kirin.
Weşanxaneyan di encamnameya nîqaşa ku kiribûn de ev xal ragihandin:
- Li Tirkiyeyê bi mîlyonan kurd dijîn û ew jî diçin Pirtûkxaneyên Gel. Loma divê di Pirtûkxaneyên Gel de pirtûkên bi kurdî jî hebin. Em careke din bang li rayedarên dewletê dikin ku digel pirtûkên tirkî, pirtûkên bi kurdî jî bikirin û wan jî di Pirtûkxaneyên Gel de bi cih bikin. Ger heta 1'ê Avrêleke din dewlet vê yekê pêk neyne emê jî ji bo dinya alem pê bihese ji bo salekê pirtûkan neweşînin û bi vî awayî dewletê şermezar bikin.
- Em bang li Şaredariyên Kurd (Yên di destê BDP'ê de) dikin ku li her bajar û navçeyên ku şaredarek lê kurd hebe lê Pirtûkxaneyek Gel (ger derfet hebe zêdetir) veke û pirtûkên bi kurdî bixe kê. Ger şaredariyên kurd (hûn ji vê Şaredariyên BDP'ê fêm bikin) vê yekê nekin, em ji vê derê radigihînin ku emê destûrê nedin tu nivîskarên xwe ku beşdarî çalakiyên (çi panel, gotûbêje, festîval û hwd.) şaredariyan bibin.
- Em wekî weşanxaneyên ku li vê derê hatine ba hev biryarê digirin ku di nava xwe de Şîrketeke Belavkirinê saz bikin û ji bo vê yekê me komîteyek ava kiriye. Komîte di rojên pêş de dê li hev bicive û gavan bavêje.
Belê, ger heta vê derê we ev nivîs xwendibe em vê bibêjin: Weşanxaneyên kurd nehatin cem hev, hinek zehmet e jî hemû bên cem hev (xwezî bên cem hev). Û tiştên li jor me gotin jî Heneka 1'ê Avrêlê bû.


