We got çima?
Ji ber ku li ber kursiya Meclisê rastî bi awayekî eşkere anî ziman.. Dewlet kî bixwaze, bi dilê xwe bi awayekî veşarî lê guhdarî dike.
Paranoya gelo li min jî guhdarî dikin ne paranoya ye, bi rastî jî guhdarî dikin.
Wezîrê Karên Hundir bi awayekî eşkere ev anî ziman.
Baş li axaftinên mebûsên BDP'ê kirine.. Berî Newrozê wan çi xeber dabe, bi awayekî veşarî lê guhdarî kirine û birine danîne ber Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Şahîn.
Yan bi navê qod ji dadgehê biryar girtine û bi awayekî fermî li telefonan guhdarî kirine.. Yan bi rêyên ne fermî guhdarî kirine.. Yan jî ji dûr ve li cihên ew lê guhdarî kirine.. Yan jî axaftina ku wan bi kesên tê guhdarîkirin re kiriye lê guhdarî kirine û birine dane Wezîr.
Di her rewşî de ev sûc e.
Di dema ku em li bendê ne em ber bi demokrasiya pêşketî diçin de, em ber bi demokrasiya guhdarkirinê diçin.
*20.04.2012, Milliyet


