Diyarname
Weşanxaneya Nûbiharê bi navê “Ber Bi Zertavê” sê dîwanên Abdulla Peşêw bi kurmancî amade kirin û wekî pirtûkek çap kir.
Di berga pirtûkê de navê pirtûkê yê kurmancî “Ber Bi Zertavê” û soranî “Berew Zerdeperr” hatiye bi cih kirin. Di pirtûkê de sê berhemên Peşêw ên wekî Berew Zerdeperr (Ber bi Zertavê), Pirêskey ‘Aşiqêkî Zigmak (Boxçika Aşiqekî Zikmak) û Dîwanî Birakujîyê (Dîwana Birakujîyê) cih digirin. Zulkuf Ergun ew kiriye kurmancî û pêdaçûna wê jî ji aliyê Nasih Husên Silêman ve hatiye kirin. Di helbestên vê bergê de ji bilî evîn û kurdayetiyê xwendevan rastî xema kûr a Peşêwî tê ku li hember pîrî, mirin û rewşa xirab a netewe û welatî ew hestên xwe derdibe. Ji ber vê yekê jî navê Berew Zerdeperr / Ber bi Zertavê ji bo vê pirtûkê guncav dîtine.
Li ser pirtûkê amadekaran wisa gotiye, “Ev berg di rastîyê de sê sal in ji bo çapê amade bû, lê ji ber çend sedeman nehat çapkirin. Ji ber heman sedeman ev berg ji her du bergên pêşî cudatir ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hat çapkirin. Tevî vê, ji aliyê taybetmendiyên xwe yên berg, kaxez û dîzaynê ve wekî dewama çapên Weşanxaneya Peywendê hat çapkirin da ku xwendevan bikarin wekî seteke têkûz vê bergê jî daînin ber her du bergên pêşî. Ji vir û pê de em dê berga dawî û dema çapên wan biqedin her du bergên pêşî yên Peywendê jî di Nûbiharê de çap bikin.”
Bi vî awayîheta niha du cild pirtûkên Peşêw ji Weşanxaneya Peywendê çap bûbûn û ev a niha li ber dest jî wekî cilda sêyem e ku bi heman dîzayn û çapê gihîşt ber destê xwendevanan.
- Ber Bi Zertavê / Abdullah Peşêw / Kurmancîkirin Zulkuf Ergun / Weşanxaneya Nûbihar / 2023 / Helbest / 495 rûpel


