Diyarname
Rêxistina jinan a Ukraynayê FEMEN ku xwe nîvtazî dikin û bi vî awayî çalakiyên şermezarkirinê li dar dixin vê carê êrîşê kûpayê kirin.
Di vê pûşpera 2012'yan de Tûrnûvaya Kûpaya Euro 2012 li dar bikeve. Ev tûrnûva dê li Ukrayna û Polonyayê li dar bikeve. Ji bo vê yekê ji niha de Kûpaya Euro 2012 li van welatan tê nîşandayîn, gel diçe lê temaşe dike. Di tûra Kîevê de li Qada Serxwebûnê koma FEMEN êrîşê kûpayê kir. Yek ji endamên FEMEN'ê Yulya Kovpaçik ku xwe nîvtazî kiribû û li ser bedena xwe "Fuck Euro 2012” nivîsîbû, xwe gihand kûpayê û kûpa li erdê xist. Hêzên parastinê yên kûpayê aktîvîsta 23 salî girtin bin çavan. Hate gotin ku zerar gihaye kûpayê.


