Diyarname
Ma sernaveke wisa dibe? Ew çem be, helbet dê tere av biherike. Lê mesele ne ev e; Erê Çemê Ceqceqê ku bi salan ziwa bû, niha diherike. Loma jî sernav bi vî awayî hatiye nivîsandin.
Çemê Ceqceqê li ku ye?
Çemê Ceqceqê ji Nisêbînê ber bi Qamişloyê ve diherike. Ji Qamişloyê jî diherike bajarê Hesekê. Lê ji ber ku Tirkiyeyê pêşî lê girtibû, av qut kiribû ev çem bi salan ziwa mabû. Îsal li bajarên kurdan ên Bakur berf jî, baran jî xweş barî. Loma jî li gor salên borî av zêdetir heye û di encamê de niha êdî Çemê Ceqceqê jî diherike.


