Diyarname
Fenerbahçe ku ev 29 sal in nekarî Kûpaya TirkiyeYPê bi dest bixe, îro ev hesreta xwe bi dawî kir.
Di fînala Kûpaya Ziraat Tirkiye de Fenerbahçe û Bursaspor li Stana 19 Mayis a li Enqereyê hatin hemberî hev.
Fenerbahçeyê herî dawî di sala 1982-83'yan de ev kûpa bi dest xistibû, Bursayê jî hedî dawî 26 sal berê ev kûpa girtibû. Di dawiya maçê de bi 4-0'ê Fenerbahçe bi ser ket û kûpa bir muzeya xwe.
Maça di navbera her du tîman de bi lez dest pê kir. Di deqîqeya 2'yan de bi pasê Aleks lîstikvan Caner gola yekemîn a Fenerbahçeyê avêt. Maç ji vê leza xwe daneket. Her du tîm jî ketin dû golavêtinê lê Fenerbahçe serdest bû û hakimê gogê bû.
Di deqîqeyan 45'an de Aleksî vê carê pasek mikemel da Baronî, Baronî bi şid li gogê da û gog ji "nodî" çû bi tora qeleyê ve zeliqî: 2-0. Nîveka yekemîn a maçê bi vî awayî bi dawî bû.
Di nîveka duyemîn de vê carê Aleksî ji aliyê çepê ve pasek dirêj pêşkêşî Semih kir û wî jî hem li ser navê xwe hem jî li ser navê tîma xwe gol avêt: 3-0.
Aleks ku di vê maçê de qaptaniya xwe baş anî cih, di her sê golan de jî pas avêt, vê carê wî bi xwe gol avêt (deqîqe 84) û dest avêt kûpayê.
Bi dawîbûna maçê re lîstikvanên Fenerbahçeyê kûpaya xwe ji destê Serokê TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) Yildirim Demiroren û Midûrê Giştî yê Bankeya Zîraatê Huseyin Aydin girt.
Di fînalê de bi dengên endamên çapemeniyê Aleks wekî "lîstikvanê herî serketî yê maçê" hat hilbijartin û plaketa xwe girt.
Fenerbahçe heta niha di salên 1967-1968, 1973-1974, 1978-1979, 1982-1983 û îsal, bi temam3i 5 caran ev kûpa bi dest xistiye.
Teknîk Dîrektorê Fenerbahçeyê Aykun Kocaman ku wekî lîstikvan jî di dîroka Fenerbahçeyê de ciheke girîng digire yekemîn car Kûpaya Tirkiyeyê bi dest dixe.
Bi vê serketinê, Fenerbahçeyê ji vê tûrnûvaya kûpayê îsal bi temamî 2 mîlyon û 120 hezar dolar pere bi dest xist.
Bursaspor ku di fînalê de têk çû, wê jî bi temamî mîlyonek û 400 hezar dolar prîm bi dest xist.


