Diyarname
Kovara ASÎVA ya ji aliyê xwendekarên kurd, ên zanîngehên li Enqerê dertê hejmara xwe ya 4'emîn derxist. Kovarê di vê hejmara xwe ya gulan, pûşper û tîrmehê de li ser kovargeriya kurdî dosya amade kiriye.
Di dosyayê de kesên wekî Mekî EKÎN, Cîhan AYDIN, Feratê DENGIZÎ, Bîlal ZÎLAN, Ferzan ŞÊR, Lokman POLAT, Hayrî YAŞAR, Nizar BÊCAN, Rêdûr DÎJLE, Janez SAR, Roşan LEZGÎN, Kovara WENDA, Suleyman ÇEVÎK, Berfo BARÎ, Zerrweş XODÎ li ser aliyên cur bi cur ên kovargeriya kurdî nivîs nivîsîne. Di nav nivîsan de li ser kovargeriya bakur jî bakur jî hatiye sekinîn. Her wiha M.Salih Batirhan li ser heman meseleyê bi helbestvan Îrfan Amîda re hevpeyvînek kiriye.
Di kovarê de digel dosyeyê gelek nivîsên wêjeyî û nirxandinî jî cih girtine.
Ji bo kesên bixwazin xwe bigihînin kovarê:
kovara.asiva@gmail.com


