logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  2. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  3. Li Amedê dem dema şanoyê ye
  4. Hozan Şiyar hat bibîranîn
  5. Di çarçoveya 'Şahiya Zarokan a Fîlman' de fîlm bi erzanî têne nîşandayîn
news-details

Di 3 salan de konserên ku hatine qedexekirin

  • Dîrok: 22/06/2023
  • Beş: Nûçe

Mîrza RONΠ

Di van demên dawî de her ku diçe ji hêla şaredariyên AKP’ê û walîtî û qeymeqamiyan ve konserên hunermendên kurd tên qedexekirin. Hunermendên kurd stranên xwe kurdî dibêjin û li çanda kurdî xwedî derdikevin. Lê belê walîtî û qeymeqamî destûrê nadin stran û çanda kurdî di nav gel de bê guhdar kirin. Di van du salên dawî de bi dehan car bernameyên kurdî hatin qedexekirin. Ji hêlekî ve lîstikên şanoya kurdî tên qedexekirin û şanoger tên girtin. Ji hêlekî din ve konserên kurdî tên qedexekirin û hunermendên kurd tên girtin. 

Herî dawî Qeymeqamiya Tetwanê lîstika şanoyê “Hay lo Dîsa Tevlihev Bû” û Qeymeqameya Fatiha Stenbolê jî bernameya Navenda Çanda Mezopotamya qedexe kir. Bernameya NÇM’ê (NÇM) bi navê “Çîrokên Xorasanê” bû tê de dê çîrok bihata xwendin, konsertek biçûk bihata pêşkêş kirin. Di van salên dawî de her sal gelek konser, bernameyên kurdî, lîstikên şanoyê, rojname û pirtûkên kurdî hatine qedexekirin. Duh malpera me lîsteya lîstikên şanoyê bi kurdî yên hatine qedexekirin weşand, îro jî em lîsteya bernameyên çandî û konserên bi kurdî ku di van sê salên dawî de hatine qedexekirin belav dikin. Va ye ew lîste:

15.11.2021
Konsera Mem Ararat

Konsera Mem Ararat a li Navenda Çanda Neşat Ertaş a Keçîorena Enqereyê ji bo ku dê kurdî bistire peymana ligel salonê ji aliyê Şaredariya Akp’yî ya Keçîorenê ve, bi awayekî yek alî hat betal kirin û bi vî awayî konser hat qedexekirin. 

* 

15.05.2022
Konsera Aynur Dogan

Şaredarê Akp’yî konsera Aynur Dogan betal kir. Di 20’ê mehê de li Derînceya Kocaelî konsera Aynur Dogan hebû, lê şaredariya Derînce destûr neda konserê û qedexe kir. 

* 

26.5.2022

Konserên Mem Ararat û Aynur Dogan

Vê hefteyê du konser hatin qedexekirin.

Mem Ararat dê li 29’ê mehê li Merinosa Bursa’yê li Navenda Çanda Kongre ya Ataturk konserek bida, lê walîtiya Bursayê bername betal kir û biryara qedexeyê da. 

Aynur Dogan jî di çarçoveya tûrneyê de 31'ê mehê li Kultur Park Açikhava ya Bursayê konser bida walîtî qedexe kir.

* 

18.05.2022

Konsera Stêrka Kawa

Li Zanîngeha Eren a Bedlîsê di mihrîcana biharê de bernameya muzîkê ya koma Stêrka Kawa hebû, lê destûr nehat dayîn û bernameya wan hat betalkirin. 

* 

26.5.2022

Konsera Metîn-Kemal Kahraman

Konsera hunermend Metîn-Kemal Kahraman, roja 17 mehê dê li Muşê konserek lidar bixista, lê Walîtiya Mûşê konser qedexe kir.

* 

22.06.2022

Konsera Pervin Çakar

Hunermend Pervin Çakar bi peyamek got ku ji ber di repertuara wê de stranên bi kurdî hebûn, Zanîngeha Artuklu destûr nedaye ku li wir konserek pêşkêş bike.

* 

27.09.2022

Konsera Mem Ararat

Li gor bernameyê hunermend Mem Araratî roja 27'ê mehê wê Navenda Çanda Ataturkî a Yenîşehîra Mêrsînî konser bida lê Walîtiya Mêrsînî konser qedexe kir.

* 

10.09.2022

Konsera Xecê

Hunermend Xecê 4'ê meha dehan dê li Salona Zanîngeha Şirnexê konser bida lê Rektoriya Zanîngehê destûr neda konserê. Hunermend Xecê biryara qedexeyê ragihand. 

22.10.2022 
Konsera Mîkaîl Aslan û Cemîl Koçgirî

Walîtiya Dersimê destûr neda konsera Mîkaîl Aslan û Cemîl Koçgirî ya ku dê li meydana Seyt Riza bihata lidar xistin.

* 

17.12.2022

Bernameya Salvegera NÇM’ê

Bi rasthatina 31’emîn salvegera avakirina Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) re dê konserek li Kuçukçekmeca Stenbolê bihata lidar xistin. Konser ji aliyê Qeymeqamiya Kuçukçekmecê ve hat qedexekirin. Û hunermendên li ber salonê kom bûbûn hatin binçavkirin. 

13.01.2023

Konsera Kasim Taşdogan

Hunermend Kasim Taşdogan êvara 13'ê rêbendanê li Nisêbînê wê konsereke pêşkêş bikira lê ji ber tehdîda polîs û zabitayan konser tebal bû.

Li gorî van konser û bernameyên tên qedexekirin jî baş tê dîtin ku her sal bi dehan car bernameyên li ser zimanê kurdî tên qedexekirin û rastî astengiyên kêfî tên. 


***

Nûçeya Eleqedar:

- Lîstikên kurdî yên ku hatine qedexekirin 





Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 22 04 2026

Hozan Şiyar hat bibîranîn

news
  • 21 04 2026

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li Swêdê rewşa vîrusa koronayê

ad

Çevîk: Kes nikare pêşî li xewn û xeyala kurdan bigire

ad

Vaye encamnameya Kongreya PYD‘ê

ad

FIFA'yê berendamên lîstikvanên salê eşkere kirin

ad

2012: Xatir me xwestin

ad

Xebatkarê Rûdawê Demirkiran wefat kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026
news

Hozan Şiyar hat bibîranîn

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname