logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
news-details

Lîstikên kurdî yên ku hatine qedexekirin

  • Dîrok: 21/06/2023
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Amadekar Cemil Oguz

Herî dawî Qeymeqamiya Tetwanê lîstika ŞanoWan a bi navê "Hay Lo Dîsa Tevlihev Bû" qedexe kir. Di van salên dawî de qedexeyên li ser lîstikên şanoyê yên bi kurdî zêde dibe.

Li ser van qedexeyan li ser sê salên dawî me lîsteyeke amade kir. Di vê lîsteyê de tiştê herî balkêş lîstika "Hay Lo Dîsa Tevlihev Bû" ye. Ev lîstik par jî ji aliyê Qeymeqamiya Tetwanê ve hatibû qedexekirin, îsal jî hat qedexe kir.

Va ne di van salên dawî de lîstikên bi kurdî yên ku hatine qedexekirin:

*

13.10.2020 / STENBOL

Bêrû / NÇM

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) lîstika "Bêrû" ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) girtibû nav bernameya xwe ya mehane. Ev yekem car bû ÎBB'yê lîstikeke NÇM'ê digirt nav bernameya xwe û lîstik dê li Sehneya Şaredariyê ya li Gazîosmanpaşaya bihata lîstin. Qeymeqamiya Gazîosmanpaşaya Stenbolê lîstik qedexe kir.

*

13.11.2020 / RIHA

Bêrû / NÇM

Lîstika NÇM'ê "Bêrû" li Rihayê jî hat qedexekirin. Lîstik wê li Salona Baroya Rihayê bihata lîstin lê walîtî lîstik wedexe kir.

*

15.11.2021 / STENBOL

Dawiya Dawî / Şanoya Bajêr a Amedê

Stand-upa bi navê "Dawiya Dawî" divê li Su Gosterî Merkezî ya li Fatiha Stenbolê bihata lîstin, lê Qeymeqamiya Fatihê qedexe danî ser stand-upê.

*

05.12.2021 / MÊRDÎN

Tartûffe / Şanoya Bajêr a Amedê

Lîstika "Tartuffe" ku dê li Mêrdînê bihata lîstin, Walîtiya Mêrdînê bi sedema "15 rojan qedexeya çalakiyan heye" destûr neda lîstikê.

* 

06.03.2022: / CIZÎR

Mem û Zîn / Şermola

Mem û Zîna ku bi şêweyeke nû li navenda xwe, li cihê ku Mem û Zîn jê derketine bihata lîstik, lê Qeymeqamiya Cizîrê got "Çênabe ku careke din Mem û Zîn ji gorê rabin". Biryara qedexeya ji bo lîstikê roja 6'ê adara 2022'yan hat dayîn ku lîstik wê 12'yê adarê bihata lîstin.

*

28.05.2022 / ÇAYIROVA

Don Kixot/ Şanoya Bajêr a Amedê

Lîstika Don Kixot divê 28'ê gulana 2022'yan li Navenda Çanda N. Erbakan a Şaredariya Çayirovaya Kocaeliyê bihata lîstin, lê roja 16'ê gulanê Şaredariya AKP'yî ya Çayirovayê destûr neda. Şaredarî wekî ku bêje "Çi karê Don Kîxot li vir heye" bêyî sedem nîşan bide lîstik qedexe kir. Lê ev jî balkêş e: Organîzatoran pêşî ligel salonê li hev kiribû, peyman jî girê dabû lê paşê şaredarî destûr neda.

*

27.05.2022 / TETWAN

- Haylo Dîsa Tevlihev Bû / ŞanoWan

Lîstika "Haylo Dîsa Tevlihev Bû" ya Teatra Mencel roja 19.06.2023'yan li Salona Şaredariya Tetwana bihata lîstin lê Qeymeqamiya Tetwanê ew qedexe kir. Lîstikvan û derhênerên lîstikê xemgîn bûn, lê wan nedizanî salek din jî dema serî lê bidin dê dîsa qedexe bê.

*

05.06.2022 / EDENE Û MÊRSÎN

- Tartuffe / Şanoya Bajêr a Amedê Amed

Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê derketibûn tûrneya Behra Spî. Li Edene û Mêrsînê dê lîstik bihata lîstin. Ligel Salonên Şaredariyên her du bajaran li hev kirin lê rayedarên şaredariyan Edeneyê bêyî ku hewce bike, yan jî rewşeke fermî ya bi vî rengî hebe ji bo destûra fermî berî wan da walîtî. Û jixwe li wir her tiştî dest pê kir. Walîtiya Edeneyê lîstik qedexe kir. Deng ji Walîtiya Mêrsînê nehat, lê ji bo lîstina lîstikê rojek mabû ji wir jî dengê qedexeyê hat.
Lîstika "Tartuffte" roja 5'ê pûşpera 2022'yan li Edeneyê, 6'ê pûşpera 2022'yan jî dê li Mêrsinê li Salonên Şaredariyan bihata lîstin.

*

19.06.2023 / TETWAN

- Haylo Dîsa Tevlihev Bû / ŞanoWan

Û 2023 û dîsa Tetwan. ŞanoWan ku par navê wê Teatra Mencel bû bi lîstika xwe "Haylo Dîsa Tevlihev Bû" li Tetwanê bû lê ji ber qedexeyê bi xemgînî vegeriyabûn mal. Careke din amade bûn ku roja 19.06.2023'yan li Salona Şaredariya Tetwana derkevin ser dikê, lê dîsa Qeymeqamiya Tetwanê û dîsa qedexe.

Çîroka salên dawî ya qedexeyên li ser şanoya bi kurdî bi vî rengî ye. He tenê lîstikên bi kurdî, çalakiyên din ên bi kurdî, konser jî têne qedexe kirin. Baş e di vî warê de rewş çi ye? Ew jî niha li ber amadebûnê ye...

 

 

 

**

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

** 

- Youtube: http://youtube.com/diyarnamediyarname… 
- Malper: 
http://diyarname.com 
- Twitter: 
https://twitter.com/diyarname1 
- Facebook: 
http://facebook.com/diyarname 

- Mail: diyarname@diyarname.com    

 

 

 

   

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

news
  • 23 05 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Cîndoruk bû serokê DP'ê

ad

Burhan Sonmez ji bo Serokatiya PEN'a Navneteweyî hat hilbijartin

ad

Di Kûpaya Cîhanê de Teknîk Dîrektorê herî buha

ad

Oscar bi skandalê hatin belavkirin

ad

Tu bi xêr hatî AMED Spor

ad

Gelo Chaplin fransiz e?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname