Diyarname
Pirtûka 'Destpêka Kurdî, Zavarayê Kurmancî' ji aliyê Weşanxaneya Na ve hate derxistin. Pirtûk ji aliyê Mustafa Borak ve hatiye nivîsandin.
Mustafa Borak hem di dibistanên dewletê de mamoste ye, hem jî heta niha bi salan di saziyên kurdî de mamostetî kiriye. Wî heta niha di saziyên wekî NÇM, TZP- Kurdî û KURDÎ DER'ê de wekî mamosteyekî ked daye, dersa kurmancî daye û gelek kes hînê kurdî kirine. Niha wî ev tecrubeya xwe bi pirtûkek ji bo kesên dixwazin hînê kurdî (kurmancî) bibin pêşkêş kiriye. Di pirtûkê de ji bo hêsan fêmkirinê di her unîteyê de wateya peyvan û terîfên rêziman bi zimanê tirkî jî hatine nivîsîn. Loma jî Borak dibêje, "Heke bi baldarî li ser bê sekinandin û kedek biçûk bê dayîn, ez bawerim kurdî hînbûn wê pêkan bibe. Tecrubeyan nîşandaye ku ji kesên kurdî dizanin alîkarî hildan û hawirên ku kurdî tên axaftin mayîn û li ser peyvan sekinîn, lê bi taybetî jî dubarekirina dersan, ji bo hînbûna ziman risteke baş pêk tînin."
Ji bo kesên dixwazin kurdî hîn bibin ev pirtûkeke alîkar e û bi hêsanî dikarin jê sûde bigirin. Li ser vê nivîskar û mamoste Mustafa Borak dibêje, "Heta ji min hat, min ev xebat hêsan girt. Hêvî dikim ji yên ku dixwazin kurdî hîn bibin re ev xebat bibe alîkar.
- Destpêka Kurdî, Zavarayê Kurmancî / Mustafa Borak / Weşanên Na / Ziman / 2023 / 156 rûpel


